ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.
-Xelkê Serhedê piştgiriyeke mezin dide Tifaqa Ked û Demokrasiyê. Xelkê herêmê dibêje, tifaqa ku bi pêşengiya HDP'ê hatiye avakirin bûye hêvî ji wan re.
- Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum diyar kir ku desthilatdarî her tim ji têkoşîna azadiyê ya jinê ditirse û ji ber ku têkoşîna li Îranê ji tevgera jinên Kurd belav bû, ev tirsa desthilatdariyê mezin bûye.
- HBDH Ewropayê ji bo çalakiya Şemiyê ya li Dûîsbûrgê banga tevlîbûnê kir û got, "Çawa ku me doh Kobanê parast, wezîfeya me ye ku îro jî Şoreşa Rojava biparêzin."
- Rihan Xelef (Berfîn Botan) bi saya malbata xwe ya welatparêz di zarokatiyê de PKK nas kir û her tim dixwest bibe gerîla. Tevlî nava Şoreşa Rojava bû û piştî ku çete têk bir, gihîşt armanca xwe. Heta şehadeta xwe şer kir.