KCÊ Cejna Êzî pîroz kir

Koordînasyona Civaka Êzdîya li Ewropa (KCÊ) Cejna Êzî pîroz kir û got “Em hêvîdar in ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiya ji bo hemû gelê me û gelên cîhanê.”

Koordînasyona Civaka Êzdîya li Ewropa (KCÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Êzî pîroz kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em wek saziyê civaka Êzdiyan Cejna Êzi, di serî de li civaka Êzdiyan, li gelê Kurd û li tevahiya mirovahiyê piroz dikin û em hêvîdar in ji bo gelê me û hemû gelên cîhanê ev cejn bibe wesîleya aştiyê û aramiyê.

Civaka Êzdiya li welat û li seranserê cîhanê ji 29’ê Mijdarê ve dest bi pêvajoya rojiyê kiriye û piştî pêşwazikirin û pîrozkirina Cejna Sêşims û xwudana niha ji qonaxa dawî Cejna Êzî bi kelecaneke mezin tê pêşwazîkirin.Li gora baweriya me di tevahiya pêvajoya rojiyan de, mirov bi xwe re di warê nefsî de paqijbûn û nûbûneke çêdike.  Di warê ruhî û derûnî jî de, xwe li ser rêya Tawisî Melek xurt û qewîn dike. Dîsa li gorî bawerî û ola me ne tenê di dema rojî û cejnan de vê yekê li ser me ferz dike, di tevahiya salê de vê yekê li me ferz dike û ji me tê xwestin ku piştgiriya civakê ya bi hevdû re çêbibe û tifaqa xwe xurttir bikin û li ser vî esasî bijîn û tevbigerin.

Her weha, hinek taybetmendiyên cude yên pêvajoya rojî û cejnan hene. Yek ji wan jî dayîna xêr û xeratê miriyan, piştgirî û alikariya civakî ye. Bi taybetî jî gihandina xêr û xêrat  û alîkariya bi kesên ku pêwistiya wan pê heye. Ev erk mîna rojî, cejn û duayan giring û ferz e.Hê jî bi deh hezaran Êzdiyên me di kampên mihaciran da dijîn û nikarin rojiyên xwe bigirin, cejnên xwe pîroz bikin. Rewşa civaka me ya li Şengalê jî, ne kêmî ya wan kesên me ku di bine çadirên laylonî de ne.Wek ku zor û zehmetiyên jiyanê, yên piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an di nav civaka me ya li Şengalê de ne bes bin, ew niha dibin metirsî û gefek din ya fermanê de ne. Hêz û derdorên ku bûne sedema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an îro careke din civaka me ya li Şengalê dorpêç kirine. Teslîmiyet, birçîbûn û bêrûmetiyê li ser wan ferz dikin û dixwazin siberoja wan tarî bikin.

Eger siberoje civaka me ya li Şengalê tarî bibe, ew bê teslîmgirtin û qirkirin, divê ku em baş bizanibin ku wê siberoja tevahiya Êzdîxanê tarî bibe. Divê em pêşî li vê yekê bigirin û rê nedin ku ew bi birçîbûnê vê civak û baweriyê teslîm bistînin û bê rûmet bikin. Bi alîkariya xwe li cem wan bin û piştevanê wan bikin. Divê ku em wek civak, bi rasthatina rojî û cejnan xwedîderketina li hevdu hîn xûrtirr bikin, berpirsyariya xwe ya mirovî, olî û civakî bi cih bînin û li dora saziyên xwe kom bibin. Ji bo Êzdixaneke azad û nasandina statuya Ṣengalê, divê em têkoṣina xwe bilintir bikin.

Bi vê armancê em bang li tevahiya civaka xwe dikin, bi taybetî jî bang li civaka xwe ya li Ewropayê dikin ku bi xêr û xêrat û alîkariya xwe ya îsal jî bighînin civaka xwe ya ku pêwistî pê heyî. Bi taybetî jî em biçin hawara mirovên xwe yên li kampên Başûr û Şengalê dijîn. Li ser vî esasî em wek Koordînasyona Civaka Êzdîyan li Ewropayê, cejna hemû civaka xwe ya li tevahiya cîhanê pîroz dikin û bang li gelê xwe dikin ku bi girseyî biçin deverên ku Cejna Êzi lê tê pîrozkirin.”