Nijadperestan êrîş birin ser avahiya HDP'ê ya navçeya Keçîorenê

Kes an jî kesên nijadperest nivîsa "Her şad be yên ji xwe re dibêje: Ez Tirk im" li ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Keçîorenê nivîsandin.

Li Enqereyê, êrîşeke nijadperestî li ser rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaxê Keçîorenê hate kirin.

Roja Duşemê camên avahiya HDP'ê hatin şikandin û zerar li alên partiyê hate kirin.

Roja Sêşemê jî nivîseke nijadperestî 'Her şad be yên ji xwe re dibêje: Ez Tirk im' li ser avahiya HDP'ê hate nivîsandin.

Li gorî agahiyan, ji ber ku dîmenê qeyda kamerayên avahiyê nehatiye wergirtin, êrîşkar nehatiye tespîtkirin.

Li ser giliyê HDP'iyan, polîs hatin avahiyê û dest bi lêkolînê kirin.