Di Nobeda Edaletê de ji bo meşa 18'ê Kanûnê banga tevlîbûnê hate kirin

Xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku bi kêfî nayên berdan, ji bo meşa girseyî ya 18'ê Kanûnê banga tevlîbûnê kirin û gotin, "Heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe, tecrîda li girtîgehan bi dawî nabe."

Nobeda Edaletê kuk ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan qediya ye lê nayên berdan hate destpêkirin, wê 18'ê Kanûnê bi meşeke girseyî bi dawî bibe.

Meş wê saet di 15:00 de li Kadikoyê destpê bike. Têkildarî meşê li çalakiya Nobeda Edaletê daxuyanî hate dayin.

Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" hate vekirin û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.

HETA KU TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BI DAWÎ NEBE...

Ji xizmên girtiyan Kûmrî Akgul daxuyanî da û bi bîr xist ku çalakiya wan a Nobeda Edaletê di 2'ê Sibatê de bi destpêkirina mirina girtiyan, destpê kir.

Akgul bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Heta ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin, em hemû tecrîdkirî ne." Akgul bi bîr xist ku bi mehan e agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir: "Li Îmraliyê te çima hevdîtin bi Ocalan re neikr? Heta ku agahî ji Îmraliyê bê wergirtin, em ê li ser piyan bin. Berdana girtiyên nexweş tê betalkirin. Sedema wê jî tecrîda li Îmraliyê ye. Heta ku tecrîd li Îmraliyê bi dawî nebe, li girtîgehan jî bi dawî nabe."

Akgul ji bo meşa 18'ê Kanûnê banga tevlîbûnê kir û got, "Dibe ku em Nobeda Edaletê bi dawî dikin, lê belê heta ku edalet bê em ê vê têkoşînê dewam bikin. Çawa dibe bila bibe, li ku dibe bila bibe dayik wê li ser piyan bin."