Xizmên girtiyan: Bi kuştina Kurdan hûn nikarin biqedînin!
Xizmên girtiyan ku Nobeta Edaletê domandin gotin, ''Bi kuştina Kurdan hûn nikarin biqedînin! Em ê dev ji çalakiyên xwe bernedin."
Xizmên girtiyan ku Nobeta Edaletê domandin gotin, ''Bi kuştina Kurdan hûn nikarin biqedînin! Em ê dev ji çalakiyên xwe bernedin."
Nobeta Edaletê ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li dijî tecrîda li ser girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, di roja xwe ya 149’an de li ber Edliyeya Îzmîrê berdewam kir. Di nobetê de xizmên girtiyan pêşmalkên bi nivîsa “Bibin dengê zindanan” û “Ji bo girtiyên nexweş azadî” li xwe kirin û bê navber dirûşmeyên "Ji şer re na, aştî”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana zindanê” berzkirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeyên Alîaga û Bornovayê jî piştgirî dan çalakiya îro.
Dayika yek ji girtiyên nexweş Mehmet Nezîr Gumuş ê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê Hanîfe Gumuş di çalakiyê de axivî û got, “Zarokên me, gulên biharê ne. Em ji bo zarokên xwe li vê derê ne. Dewletê cîhanê û Tirkiye bila pêşî li ber rijandina xwînê û şer bigirin. Bila ne zarokên me bimrin û ne jî dayik bigirîn. Em naxwazin ne Kurd û ne jî Tirk bimrin. Bila ne li çiyayên Kurdistanê û ne jî li girtîgehan mirin çênebin. Hûn nikarin bi kuştinan kurdan xelas bikin.”