Piştî 23 salan hestiyê birayê xwe wergirtin
Nûman Gokalan piştî 23 salan hestiyê birayê xwe wergirt. Ev hestî ji Goristana Xerzanê hatibû derxistin û li Kîlyosê di binê peyarekê de hatibûn veşartin.
Nûman Gokalan piştî 23 salan hestiyê birayê xwe wergirt. Ev hestî ji Goristana Xerzanê hatibû derxistin û li Kîlyosê di binê peyarekê de hatibûn veşartin.
Li gundê Oleka Jor a Bedlîsê di 19’ê Kanûna 2017’an de kepçeyan Goristana Xerzanê talan kiribûn û hestiyên di goristanê de biribûn li Goristana Kîlyosê ya Stenbolê veşartibûn. Wê demê cenazeyê 282 gerîlayan hatibûn revandin.
Di sala 1999’an de di şer de gerîlayê HPG’ê Nîzamettîn Gokalan jî şehîd bûbû û cenazeyê Gokalan jî li Goristana Xerzanê hatibû veşartin. Lê piştre hestî hatibûn dizîn. Îro birayên wî Nûman û Mûstafa Gokalan hestiyên wî wergirtin. Hestiyên Gokalan di wesayîta cenazeyan di nava tabûtekê de li derveyî goristanê teslîmî malbata wî hate kirin.
Birayê wî Nûman Gokalan diyar kir ew 5 sal in hewl didin cenaze werbigirin û got “5 sal berê dema ku me serî li Saziya Tipa Edlî da, xwestin dê an jî bavê me mînaka xwînê bide. Lê her duyan jî rehmet kiribûn. Par di meha Hezîranê de li gund me gora bavê xwe vekir û mînaka ji bo DNA’yê stend.”
Gokalan diyar kir wan bi salan nedizanîn ku birayê wan di sala 1999’an de şehîd bûye û cenaze li Goristana Xerzanê hatiye veşartin û di sala 2017’an de ji rewşê haydar bûne.
Gokalan diyar kir li Kîlyosê gelek cenaze hene û divê malbat xwedî li cenazeyan derkeve û got “Bila malbat hestiyên zarokên xwe li vir nehêlin. Bibin li axa xwe veşêrin. Ev ên li vir hemû xuşk û birayê min in. Divê em jî xeta wan bidomînin.”