Endamên Goç Îz-Der ên 6 meh in girtî ne, derdikevin pêşberî dadger

Endamên Goç Îz-Derê yên ku bi operasyonekê hatin girtin, piştî 6 mehan derdikevin pêşberî dadgeriyê. Di îdîanameyê de karê komeleyê weke sûc tê nîşandan.

Di 3'ê Hezîrana 2022'an de di serdegirtina li ser Komeleya Şopandina Koçberiyê (Goç Îz-Der) û gelek navnîşanan de 23 kes hatibûn destgîrkirin, 17 ji wan hatibûn girtin, 6 jê bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan û têkildarî 6 kesan jî biryara lêgerînê hatibû dayin.

Doza li ser vê yekê wê di 13, 14 û 15'ê Kanûnê de destpê bike. Parêzer Ahmet Baran Çelîk têkildarî mijarê bersiv da pirsên ANF'ê û li ser îdîaname û sûcdariyan got, "Destpêkê têkildarî pirtûk û raporên Komeleya Şopandina Koçberiyê biryara qedexekirinê û komkirinê hatiye dayin. Her wiha bi agahiyên şaş ên ji aliyê rojnameyên Sabah, Hurriyet, Yenî Şafak, A haber û hin organên navendî û xwecihî yên medyayê, kampanya reşkirinê hate kirin. Hate îdîakirin ku komeleyê fonê ku ji bo projeyan ji saziyên derveyî welat wergirtiye, daye rêxistinê û endamên rêxistinê. Hate îdîakirin ku ev yek jî bi Rapora Masakê eşkere bûye."

DI ÎDÎANAMEYÊ DE JÎ WEKE SÛC NEHATIYE PÊNASEKIRIN

Parêzer Çelîk anî ziman ku di Rapora Masakê de agahiyeke ku weke sûc bê pênasekirin nîne û got, "Di vê raporê de cih ji 29 transfera pereyan re tê dayin. Ti îdîa nîne ku bibêje ev transfer neqanûnî ye. Pereyê ku hate transferkirin hemû ji bo perwerde, pêşkêşî, maeş, bicihbûn, lêçûnên çapxaneyê, lêçûnên raporê, piştgiriya hiqûqî ne. Ev hemû transfer jî bi makbûzê hatine kirin û lêçûnên projeyan e. Di îdîanameyê bi xwe de jî ev transfer weke sûc nehatiye pênasekirin."

KARÊ KOMELEYÊ WEKE SÛC TÊ PÊNASEKIRIN

Parêzer Ahmet Baran Çelîk anî ziman, ya ku bi esasî weke sûc tê pênasekirin, raporên komeleyê yên têkildarî qedexeya derketina derve ne û weşan û gotinên komeleyê yên hatine qedexekirin e.

Çelîk bang li raya giştî kir, ku dozê bişopîne.