Li Mersînê qirkirina siyasî: 9 kes hatin destgîrkirin

Di operasyona qirkirina siyasî ya li Mersînê de Hevserokên HDP'ê yên navçeya Akdenîz û Toroslarê jî di nav de 9 kes hatin destgîrkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Mersînê bi hinceta lêpirsinekî, hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeya Akdenîz û Toroslarê û rêveberên berê jî di nav de derbarê 12 kesan de biryara destgîrkirinê da. Bi biryarê polîsan danê sibehê avêtin ser gelek navnîşanan. Piştî serdegirtina malan endama meclîsê ya CHP’ê ya Şaredariya Toroslarê H.B, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Akdenîzê N.E, Hevserokê HDP’ê ya Navçeya Toroslarê Î.D, rêveberên HDP’ê yên navçeyê G.B, S.M, Z.A û M.H, S.O û F.A bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin detgîrkirin.

Rêveberê HDP’ê ya Mersînê E.A, rêveberê navçeya Akdenîzê E.E û rêveberê navçeya Toroslarê H.B di navnîşanên xwe de nehatin dîtin.