Baroya Amedê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da -HATE NÛKIRIN

Baroya Amedê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de ye serî li Wezareta Edaletê û Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê da.

Baroya Amedê ragihand, têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 21 meh in bi ti awayî agahî jê nayê girtin, 105 parêzeran serlêdan li wan kirine.

Baroyê diyar kir ku ji ber van serlêdanan wan jî roja Duşemê serî li Wezareta Edaletê û Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) dane.

Daxwaznameya serlêdanê bi îmzeya Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ji Wezareta Edaletê re hate şandin.

Di daxwaznameyê de ev daxwaz hatin diyarkirin:

“*Ji mafên kesên girtî ye ku ew karibe bi parêzerên xwe re têkiliyê deyne û bi parêzerên xwe bişêwire.

*Kesên hatine girtin ji bo ku karibe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, divê dem hebe û rê li ber hevdîtinê were vekirin.

*Ji xeynî rewşên îstîsna yên di qanûnan de, kesên girtî divê karibe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, li ser girtiyan tu sansur tunebe û karibe têkiliyê deyne.

*Li gorî qanûnan divê parêzer ji bo ku karibe pîşeya xwe pêk bînin, divê karibin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.”