Di Nobeda Edaletê de tecrîd hat protestokirin

Xizmên girtiyan di Nobeda Edaletê de tecrîda girankirî ya li Îmraliyê protesto kir.

Nobeda Edaletê ku ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan qediya ye lê nayên berdan hate destpêkirin, di roja 150’an de li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê didome. Xizmên giratiyan berdilkên bi nivîsa “Azadî ji bo girtiyên nexweş”, “Deng bide zîndanan" û “Bila girtiyên nexweş demildest bên berdan" li xwe kirin û dirûşmeyên  “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin. Rêxistinên Pariya Demokratîk a Gel HDP’ê ya navçeya Buca û Bayrakliyê û Meclîsa Xwendekarên Demokratîk (DOM) piştgirî dan malbatan.

‘LI CIHÊ KU EDALET LÊ TUNE BE,  ZILM, ÊŞKENCE Û ŞER HEYE’

Ji rêveberên rêxistina HDP’ê ya navçeya Bucayê Cahît Gunay diyar kir ku yekane daxwaza wan edalet e û wiha got: “Cihê ku edalet lê tune be, wijdan tune ye. Dema ku heqîqet tune dibe, zilm, êşkence û şer heye. Ji bo ku ew nebin, di van şert û mercên zivistanê de dayik neyên vir, em têdikoşin. Edalet ne tenê ji bo girtiyan, ji bo herkesê pêwîst e. Di girtîgehan de girtiyên nexweş hene. Ew ne tenê zarokên wan dayikan in. Ev zilm û neheqiya li mirovan tê kirin, ev polîtîkayên qirêjî, welêt ber bi şer û neheqiyan ve dibe. Yekane daxwaza me ew e ku jiyaneke mirovane bijîn. Bila polîtîkayên li ser Îmraliyê bi dawî bibin, deriyên Îmraliyê bên vekirin. Wê demê wê edalet jî pêk bê.”

Ji xizmên girtiyan Hanim Sever jî got ku nobeta xwe ya edaletê ji bo aştiyê didomînin û wiha bi dawî kir: “Aştiya vî welatî jî di destê Îmraliyê de ye. Em dixwazin ku êdî kesek neyê kuştin û dawî li polîtîkayên tecrîdê yên li ser girtîgehan bînin. Em destê xwe dirêj dikin lê ew bi destê me digirin û me têxin zindanan. Bila êdî aştî û edalet bê vî welatî.”