Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kirin.
Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 21 meh in ti agahî nayê wergirtin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo karibin hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Ocalan hefteyê du caran ji bo dîtina Ocalan serlêdanê dikin. Lê belê serlêdan bi rêk û pêk bêbersiv tê hiştin. Hin caran jî ji parêzeran re piştî bi mehan tê gotin ku cezayê dîsîplînê li Rêberê Gelê Kurd hatiye birîn û ji bo astengkirina hevdîtinan weke hincet tê nîşandan.