Xizmên girtiyan tecrîda Îmraliyê protesto kirin

Xizmên girtiyan tecrîda Îmraliyê protesto kirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gul berdan nav Gola Kuçukçekmece.

Malbatên ku li Stenbolê ji bo berdana girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye, lê nayên berdan Nobeta Edaletê digirin, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Xwişka mezin a girtiyê nexweş Erdal Ozel ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê Kûmrî Akgul, Xwişka mezin a girtiyê nexweş Selîm Çîftçî yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Umraniyeyê tê ragirtin Cemîle Çîftçî, dayika Hatîce Calihan a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê tê ragirtin Zeynep Calihan, dayika Yakûp Akman ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Hejmar 3 a Sîlîvriyê Fînce Akman û xizma girtiyan Gulsum Ozturk, li dijî tecrîdê heta berava Kuçukçekmeceyê meşiyan. Dayikan dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet wê bi dayikan were”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana jiyanê” berz kirin. Xizmên girtiyan piştre gul berdan nav gola Kuçukçekmeceyê û gotin: “Ev gulên me ji bo Ocalan in. Bila gulên me ji vir bigihîjin Îmraliyê.”

Hevseroka ANYAKAYDER’ê Evîn Genç û Hevseroka MATUHAT-DER’ê Dîlek Demîr, pişgirî dan malbatan.

Ji xizmên girtiyan Fînce Akman îşaret pê kir ku ev 21 meh in bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û got: “Em ê bi wesîleya sala nû, ji bo Ocalan gulan berdin nav golê. Hêvî dikim ku dema roja wê hat, em ê van gulan bi destê xwe bidin Ocalan.”

Xizma girtiyan Kûmrî Akgul diyar kir ku ew ji bo ku cenaze ji girtîgehan nederkevin, 11 meh in li ber xwe didin.

Malbat piştre çûn Postxaneya Kanaryayê, kartên piştevaniyê ji girtiyan re şandin. Ji xizmên girtiyan Gulsum Ozturk wiha got: “Em li ser navê dayikên ku Nobeta Edaletê digirin, van nameyan ji girtiyên xwe re dişînin û ji wan re tenduristî û keyfxweşiyê diwazin. Em dibêjin ku em ê li ber xwe bidin.”