Li girtîgehan ku bûne mîna cihê kuştinê, rewşa girtiyên nexweş gelekî metirsîdar e. Herî dawî nexweşê kanserê Tahîr Guldal 13 roj piştî taloqkirina ceza, jiyana xwe ji dest da. Vê yekê metirsiya rewşê careke din raxist pêş çavan. Seroka Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Gulseren Yolerî ku ji bo berdana girtiyên nexweş her Şemiyê li Taksîm a Stenbolê çalakiya rûniştinê lidar dixe, işaret bi girîngiya çareseriyeke rasteqîn a bi lez kir. Yolerî ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag beriya çend mehan gotibû, wê têkildarî rewşa girtiyên nexweş sererastkirinê bikin û got, "Li ser soza xwe bisekinin. Em li benda sererastkirinê ne, ne mijûlkirinê."
'SEDEMA ZÊDEBÛNA NEXWEŞIYÊN LI GIRTÎGEHÊ TECRÎD E'
Yolerî anî ziman ku ji ber şert û mercên nebaş ên li girtîgehan tên ferzkirin hejmara girtiyên nexweş zêde dibin û ragihand ku piştî bicihanîna sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê û belavbûna vê tecrîdê li Girtîgehên Tîpa F, hejmara girtiyên nexweş zêde dibe. Yolerî got, "Hîn beriya Girtîgehên bi Tîpa F ava bibin weke ÎHD'ê dema ku me bandora sîstema tecrîdê ya li ser girtiyan lêkolîn dikir, me tespît kir ku tecrîd li girtîgehê weke rêbazeke êşkenceyê tê bikaranîn û ev jî bandorê li ser ruh û bedena girtiyan dike. Me dît ku tecrîd bi taybetî dibe sedema nexweşiyên psîkosomatîk, ev jî weke kanser û ulserê bandorê li bedena mirovan dike."
Yolerî destnîşan kir ku ku li gel tecrîdê her wiha nedana xwarina bi têrkerî, derneketina derve, bêparmayina ji derfetên paqijiyê û ava paqij, her wiha stres dibin sedem ku nexweşî zû giran bibe. Yolerî got, mîna ku ev têrê neke, girtiyên nexweş nayên dermankirin, dermanê wan nayê dayin, wan ranakin nexweşxaneyê û dema dibin nexweşxaneyê jî bi rengekî kelepçekirî mûayene dikin ku ev jî mîna êşkenceyê ye.
'LI ŞÛNA KU TECRÎD BÊ RAKIRIN, TÊ GIRANKIRIN'
Yolerî diyar kir ku li şûna tecrîd ji holê bê rakirin, hatiye girankirin û anî ziman ku girtîgehên bi tîpa S û Y ên ku girtiyên cezayê heta bi hetayê li wan hatiye birîn lê têne ragirtin, modeleke nû ya girtîgehên tecrîdê ye.
Yolerî diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê ya ku dibe sedema ewqas encamên giran wan bi rengekî eşkere hişyarî dan, lê belê tecrîd hîn bêhtir hatiye girankirin. Yolerî ragihand ku mirov hebûneyeke civakî ye, lewma tecrîd li dijî xwezaya mirovan e û got, mirinên bi guman ên demên dawî ji ber tecrîdê ye.
'SOZA XWE BI CIH BÎNIN'
Yolerî bi bîr xist ku Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag bi daxuyaniyekê ragihandibû ku têkildarî girtiyên nexweş wê guhertineke nû bê kirin û diyar kir ku tevî sê meh di ser vê daxuyaniyê re derbas bûye, hîn gavek nehatiye avêtin. Yolerî anî ziman ku di 11 mehên destpêkê yên sala 2022'an de mirina bi guman jî di nav de 61 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û got, "Em ji vir careke din bang li Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag dikin; soza xwe bi cih bînin. Mijûl nekin, sererastkirinê bikin."