Rojnamevan Aygul hate destgîrkirin
Bi hinceta ku derbarê tacîzê nûçe çêkiriye, rojnamevan Sînan Aygul hate destgîrkirin.
Bi hinceta ku derbarê tacîzê nûçe çêkiriye, rojnamevan Sînan Aygul hate destgîrkirin.
Serokê Cemîyeta Rojnamevanan a Bedlîsê Sînan Aygul ji ber duh li ser zaroka ku tacîz lê hatiye kirin nûçe çêkiribû, hate destgîrkirin.
Aygul li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev tişt got “Ji ber nûçeyeke ku 3 saet berê min çêkiriye, bi îddîaya ku min gel bera ber hev daye, hatim destgîrkirin. Polîs a niha li nava mala min in. Ew ê min destgîr bikin û bibin qereqolê. Ez rojnamevan im.”