Baroya Şirnexê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
Baroya Şirnexê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Ateş serlêdan kir.
Baroya Şirnexê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Ateş serlêdan kir.
Piştî Baroya Amedê, Baroya Şirnexê jî ji bo ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tên ragirtin, bikarin bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) da.
Baroyê têkildarî mijarê ev daxuyanî da: “Parêzerên girêdayî baroya me ji bo hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliye tên ragirtin serlêdan kiribû. Me jî di çarçoveya serlêdanê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da.”