ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rûniştina Doza Kobanê taloqî sibe hat kirin
Rûniştina Doza Kobanê taloqî sibe hat kirin. Di rûniştinê de bal hat kişandin ser bêhiqûqî û feraseta yekperest. -
Kişanak piştî merasîma cenazeyê birin girtîgehê
Girtiya siyasî Gulten Kişanak piştî ku tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe Zeynep Ozer bû, dîsa birin girtîgehê. -
Girtiyê 30 salan Mihdî Ozturk hat berdan
Mihdî Ozturk ku piştî 30 salan hat berdan, wiha got: “Beriya 30 salan hest û hesreta min çi be, niha jî ew e.” -
HDP: Têkoşîna li dijî tecrîdê berpirsyariyeke dîrokî ye
Di encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya HDP'ê de hate gotin, "Mezinkirina têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyariyeke dîrokî ye." -
Partiya Çepên Kesk xwest têkildarî tecrîda li Îmraliyê Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
Parlamentera Colemêrgê ya Partiya Çepên Kesk Oznûr Bartin xwest, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lêkolîn û ji bo bidawî bibe, Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin. -
Li Gola Wanê ne xeniqandin, cînayet heye!
Li Wan û navçeyên wê îsal 11 kesên ku xwestin têkevin Gola Wanê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber tunebûna tevdîran ev kes dixeniqin. -
ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Partiya Çepên Kesk bi şêniyên Akbelen û Dîkmeceyê re hat ba hev
Berdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, bi şêniyên Akbelen û Dîkmeceyê re li Meclisê hatin ba hev. -
Li Denîzliyê leşkerê ji Rihayê mirî hate dîtin
Yûsûf Yildirim ê ji Rihayê û li Denîzliyê ji artêşa Tirk re leşkerî dikir, berê diyar kiribû ku zext li wî tê kirin. Yildirim bi awayekî bi guman mirî hate dîtin. -
Rojnamevan Denîz Firat li Mexmûrê hate bîranîn
Rojnamevan Denîz Firat a ku di êrîşa DAÎŞ’ê de li Kampa Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) de şehîd bûbû, bi merasîmeke girseyî hate bîranîn. -
Çelîk ê ku piştî 30 salan hatî berdan: Em bi saya baweriya xwe di girtîgehê de man
Kemal Çelîk ku piştî 30 salan hat berdan, wiha got: “Em 30 sal in bi saya baweriya xwe di girtîgehê de man. Ez ketim greva birçîbûnê ya 100 rojan.” -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina muwekîlên xwe yên 29 meh in agahî ji wan nayê stendin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Milîsên HBDH’ê li çapxaneya ‘sîxurekî polîsan’ dan
Milîsên Mahsûm Korkmaz ên HBDH’ê diyar kirin li Stenbolê li çapxaneya ‘sîxurekî polîsan’ dane. -
Jinên Tolhildêr polîsek birîndar kirin, çar keştiyên luks şewitandin
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li Stenbolê li wesayiteke polîsan xistin, di encamê de polîsek birîndar bû. Li Mersîn û Balikesîrê jî wesayiteke transît û çar keştiyên luks ên tûrîstan şewitandin. -
Îngilistanê ji bo dersînorkirina penaberan cihekî nû peyda kir
Hikumeta Îngilistanê ya bi serokatiya Rîshî Sûnak ji bo penaberan dersînor bike xwe amade dike ku plana Girava Ascensîonê bixe dewrê. -
Hejmara Tebaxê ya kovara Stêrka Ciwan derket
Kovara Stêrka Ciwan ku ciwanên li Ewropayê her meh diweşînin, hejmara xwe ya 243'an çap kir. -
ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li nêzî Bendera Derînceya Kocaeliyê teqînek pêk hat
Li nêzî Bendera Derînce ya Kocaeliyê teqîneke mezin çêbû. Hate ragihandin birîndar hene. -
Leşkeran dora gundê Bilbêsê girtine
Îzzetîn Cîn ê ku piştî hatibû destgîrkirin hatibû berdan li ser îtîraza dozgeriyê dîsa hate girtin. Li gundê Bilbêsê dorpêça leşkeran didome. -
Kongreya Awarte ya HDP’ê wê di 27’ê Tebaxê de were kirin
Biryar hat dayîn ku kongreya awarte ya HDP’ê wê di 27’ê Tebaxê de were kirin. -
ÎSÎG: Di Tîrmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) eşkere kir ku di meha Tîrmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dane. -
HDP’ê: Divê dawî li sîstema tecrîdê bê!
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê xwest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û derfet bê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. -
ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Olan: Mekanîzmaya rexne û rexnedayînê wê bikeve dewrê
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Huseyîn Olan diyar kir ku rewşa heyî bi civînên li ser esasê herêmî bi gel re tê parvekirin û got ku ji bo careke din xeletiyan nekin wê mekanîzmayên rexne û rexnedayînê bixînin dewrê. -
'Me dixin statuya mehkûmên xetere û dest datînin ser mafên me'
Girtî Şîmal Denîz ku li girtîgeha Tîpa S a Manavgatê tê girtin, diyar kir ku mafên wan têne desteserkirin û got, "Em girtiyên siyasî ne û statuya mehkûmên xetere qebûl nakin ku êrîşek li ser rûmeta me ye."