Partiya Çepên Kesk xwest têkildarî tecrîda li Îmraliyê Komîsyona Lêkolînê bê avakirin

Parlamentera Colemêrgê ya Partiya Çepên Kesk Oznûr Bartin xwest, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lêkolîn û ji bo bidawî bibe, Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin.

Ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd û girtiyên din ên li Îmraliyê bê lêkolîn, Parlamentera Colemêrgê ya ji Partiya Çepên Kesk Oznûr Bartin pêşnûmeyek pêşkêş kir û xwest Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin.

Di beşa hincetê ya pêşnûmeyê de hate bibîrxistin ku ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Her wiha hate ragihandin ku tecrîda li Îmraliyê li dijî mewzûata neteweyî û peymanên navneteweyî ye, helwesteke kêfî û cihêkar e û hate destnîşankirin ku gelekî girîng e dawî li tecrîda li ser Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê bê anîn.