ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Di 15'ê Tebaxa 1984'an de çawa ku em bi wêrekî û fedakarî bi ser faşîzmê ve meşiyan, niha jî wêrekî û fedakariyê digihînin asta herî bilind a fedaîtiyê û bi vî rengî dimeşin." Kalkan got, di sala 40'emîn de têkoşîneke bi qasî 39 salan dikare bê kirin.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi wesîleya salvegera 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê qala Akademiya Mahsûm Korkmaz kir ku kadroyên pêşeng ên têkoşîna azadiyê ya Kurd lê hatin perwerdekirin.