Partiya Çepên Kesk bi şêniyên Akbelen û Dîkmeceyê re hat ba hev

Berdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, bi şêniyên Akbelen û Dîkmeceyê re li Meclisê hatin ba hev.

Berdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, bi Akbelenî û şêniyên Dîkmeceyê re ku gundekê Hatayê ye hatin ba hev. Heyeta ji berxwêran pêkhatî, li Meclisê hevdîtin bi Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Îbrahîm Akin, Wekîlê Serokê Komê Sarûhan Olûç û parlamenteran re hat ba hev.

Ûçar ku di hevdîtinê axivî, got: ‘’Destên me tevan ter be. Me hay jê heye ku qadeke têkoşînê ya gelek krîtîk e. Serdana we bû hêz ji me re. Em dixwazin hûn Partiya Çepên Kesk jî wek hevpareke vê têkoşînê bibînin.’’

‘TÊKOŞÎNA BI HEVPARÎ GELEK GIRING E’

Hevberdevk Îbrahîm Akin jî wiha got: “Li gel pirsgirêkên weke bêkarî, xizanî û aboriyê, her wiha pirsgirêkeke mezin a qirkirina xwezayê jî heye. Têkoşîna bi hevparî gelek giring e. Meclis îro bi awayekê awarte dicive. Em ê li ser pirsgirêkên Dîkmeceyê jî, yên Cûdî jî û yên Akbelenê jî biaxivin. Em ê têkoşîna xwe ya hevpar mezintir bikin. Nûnerê rejîma qesrê ji gel re dibêje ‘komên marjînal.’ A rast, tu rewatiya wan nema ye. Li dijî gel, li rex şirketan cih digire. Dixwazin pêşeroja me tune bikin. Em ê li her derê bi têkoşeran û yên hêviyê didin re bin.”