Milîsên HBDH’ê li çapxaneya ‘sîxurekî polîsan’ dan

Milîsên Mahsûm Korkmaz ên HBDH’ê diyar kirin li Stenbolê li çapxaneya ‘sîxurekî polîsan’ dane.

Milîsên Mahsûm Korkmaz ên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin ku di 5’ê Tebaxê de li Stenbolê bi ruhê 15’ê Tebaxê li sîxuran dane.

Di daxuyaniya Milîsên Mahsûm Korkmaz ên HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin “Bi şev saet di 23.30’an de li Esenyûrtê me li sîxurekî polîsan da. Çapxaneya Şîmşek a sîxurê bi navê Devran Înan ji aliyê milîsên me ve hate bombekirin. Di encama çalakiya me de xisareke mezin li çapxaneyê çêbû. Milîsên me bi selametî ji qada çalakiyê derketin. Bi vê çalakiya hişyariyê re me Cejna Vejînê ya Neteweyî ya 15’ê Tebaxê silav kir. Em ê nehêlin ku sîxurên pergala faşîst hilmê bistînin.”