ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Ji fermandarên YJA Starê Ferîde Alkan got, ji 15'ê Tebaxa 1984'an û vir ve PKK li dijî dewleta Tirk a dagirker ku piştgiriyê ji NATO'yê werdigire, bi rengekî bênavber şer dike. Ferîde Alkan diyar kir, ku gelê Kurd tenê bi şerê gel ê şoreşger dikare hebûna xwe biparêze.

- Li Wan û navçeyên wê, îsal 11 kesên ku ji bo xwe hênik bikin ketin Gola Wanê, jiyana xwe ji dest dan.

- Li zozanên Colemêrgê û pergala dayikê lê serwer e, jin hem di nava xwezayê de ne hem jî ji aliyê hilberîn ve xwedî biryar in.

- Mahmût Yilmaz ku di nava civaka Kurd a li Elmanya de dihate hezkirin û salên dûr û dirêj ji bo gelê Kurd têkoşiya, jiyana xwe ji dest da. Ji bo Yilmaz wê îro merasîmek bê lidarxistin.