Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina muwekîlên xwe yên 29 meh in agahî ji wan nayê stendin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Ekmekçî û Cengîz Yureklî yên ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ne, ji bo hevdîtina muwekîlên xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê stendin.

Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hefteyê de 2 caran serlêdanê dikin lê tu bersiveke erênî yan jî neyînî nadin parêzeran.

DI 12 SALAN DE PÊNC CARAN HEVDÎTINA BI PARÊZERAN ÇÊBÛ

Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 7’ê Tebaxê de daxuyaniyek dabû û nerazîbûn nîşanî ‘pergala êşkenceyê ya ku tu mînaka wê tune’ dabû û gotibû “Rêzdar Ocalan di nav pergaleke êşkenceyê ya wisa de ye ku heta îro di ‘dîroka hiqûqê’ de tu mînaka wê tune. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku bila hestiyar bin.”

Di daxuyaniyê de hatibû gotin di 12 salên dawîn de bi tenê 5 caran hevdîtina bi parêzeran pêk hatiye. Herî dawîn di 7’ê Tebaxa 2019’an de parêzer çûbûn hevdîtinê.