Rûniştina Doza Kobanê taloqî sibe hat kirin

Rûniştina Doza Kobanê taloqî sibe hat kirin. Di rûniştinê de bal hat kişandin ser bêhiqûqî û feraseta yekperest.

Rûniştina sêyemîn a 28’emîn rûniştina Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên Kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di roja duyemîn de didome.

Siyasetmedar Bîrcan Yorulmaz ku bi awayekî negirtî tê darizandin û parêzerê wê tev li rûniştinê bûn. Parêzerê Yorulmaz, Atîlla Bahçivan di rûniştinê de axivî û bal kişand ser bêusuliyên di dema lêpirsîn û teqîbatê de û got rêbazên derhiqûqî hatine bikaranîn.

Bahçivan got ku di pergala darazê de “dadger” bi rola xwedê radibe û divê beriya her kesî xwe bigihînê û li gorî vê yekê qenaeta xwe diyar bike. Bahçivan, wiha domand: “Di vê dozê de dadger, bêalî tevnagere. Piştî qebûlkirina dozê, hêj tespîtkirina nasnameyan çênebûbû ku doz dest pê kir û tenê îdianame hate xwendin. Ev rewş, rewşeke derhiqûqî ye. Di danişînan de gelek caran qenaeta siyasetmedarên tên darizandin tê pirsîn. Lê ev jêpirsîn derhiqûqî ne. Sedema van binpêkirinan jî dadgeh e. Yek ji binpêkirinên din jî guhdarîkirina şahidên ‘nepen’ a beriya siyasetmedarên tên darizandin. Hêj jêpirsînên bersûcan xelas nebûbûn ku mutalaa hate dayîn. Di dema lêpirsînê de kêmasî derketin û hêj ev kêmasî nehatine temamkirin. Lewma hêjta nîqaşa delîlan tê kirin. Ji ber vê rewşê jî doz dirêj dibe.”

Bahçivan, qala Bahtiyar Çolak kir ku dema serokê şandeya dadgehê bû û piştre derket holê ku serokê komeke çeteyan e û wiha pê de çû: “Divê hemû biryar û tiştên wî kirine bên betalkirin. Lê ev daxwaz jî hate redkirin. Heke ev dosya ji DMME’yê re biçe, dê nîviya dadgerên wan krîza dil derbas bikin. Di şandeyê de serokê komeke çeteyan heye. Dê bibêjin ‘we tecawizî mafê darizandina adilane kiriye.’ Lê serokê nû yê dadgehê weke ku tiştekî wiha neqewimî be domand.”

Parêzer Bahçivan bal kişand ser e-maîla ku ji ewil dihat îdiakirin ji hêla PYD’ê ve hatiye şandin lê piştre derket holê ku ji hêla Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve hatiye şandin û wiha domand: “Di çîroka îdianameyê îdiayake wiha heye; ‘ev mirov li gorî îradeya xwe tevnagerin. Li gorî fermanê tevgeriyane.’ Heke hemû rêveberên rêxistinê bin, wê demê çi hewcehiya wan bi maile yan jî talîmatê dibe? Dest danîn ser komputera miwekîla min Yorulmaz û ev mail wisa hate bidestxistin. Tîmeke ku wê demê ji xwe re digot hackerên neteweperest ketin komputera Yorulmaz û xwe gihand vê maîlê. Îxtîmaleke mezin e girêdayî MÎT’ê ne. Me ji ber vê mijarê gilî kir lê bi hinceta ‘nehat dîtin’ biryara neşopandinê dan. Heke hûn jî di nava vê kompasê de nebin, dozger hem we hem jî me dixapîne.”

DEREWÊN DOZGER RÊZ KIR

Bahçivan, bal kişand ser xisûsên di mutalaayê de derheqê Yorulmaz de hatine diyarkirin û wiha pê de çû: “Di mutalaayê de tê gotin ku di demên berê de derheqê miwekîla min de îdianame hatine amadekirin. Lê heta niha derheqê miwekîla min de tu caran îdianame nehatiye amadekirin. Cara ewil e derdikeve pêşberî dadger. Bi vî awayî dixwaze binhişekî ava bike. Tu ma nabînî qet nebe rastiyê bibîne. Di qeydên HTS’ê qala demekî berfireh tê kirin. Dozger vê bi zanebûn dike. Dema MYK’a HDP’ê de miwekîla min li Stenbolê bû. Me ewqas belge dan û divê di qonaxa lêpirsînê de delîlên lehê bihatina komkirin. Tevî van agahiyan jî dema îdianame hatiye amadekirin ev rastî li ber çavan negirtine.

Ji mirinên çêbûyîn twîta HDP’ê berpirsyar dibînin. Xuyaye ku hûn dîrokê baş nexwînin. Heke berpirsyar MYK’a HDP’ê be, wê demê divê hemû dozên têkildarî mirinan bên lêkolînkirin. Divê em bipirsin bê ka ji twîtê bibandor bûye yan na. Her wiha madeya sûc a di îdianameyê de cih negirtiye jî ji mutalaayê hate derxistin. Miwekîla min tev li civîna MYK’ê nebû lê weke ku tev li civîn û bûyerên qewimîn bibe hatiye nîşandan. Lê di destê wan de yek delîl jî nîne Ev, dozeke siyasî ye.”

Bahçivan got ku e-maîla tê îdiakirin PYD’ê şandiye gelek caran ji hêla medyaya alîgir ve tê bikaranîn û wiha domand: “Lewma miwekîla min ji kar hate derxistin. Lê ev tenê senaryoye. Divê hûn bibînin bê ka ev nirxandin bandoreke çawa li ser jiyanê dikin. Dema îddianame û mutalaa bi awayeke mekanîk tên amadekirin, em ji bîr dikin ku mirov in. Mirovbûn tiştekî cuda ye. Hesta edaletê hem di kesên tên darizandin de hem jî di nava gel de kêm dibe. Niha jî ev hest tê afirandin.”

‘ŞÊWEYA WÊ YA SIYASETÊ CUDA YE’

Bahçivan got ku dosya dosyayeke siyasî ye û wiha domand: “Darizandin li ser kaxizê, li ser hûrgiliyên biçûk tê kirin. Çima her tim tiştên muxalîfan kirine derdikevin pêşiya me? Gelo ma yên din tu sûcan nakin? Beriya her tiştî miwekîlên me xwedî şêweyeke siyasetê ya cuda ne. Bi nêrîneke cuda li pirsgirêkên Tirkiyeyê dinêrin û çareseriyên cuda diafirînin. Di heman demê de rêbazeke cuda heye. Tevahiya partiyên din vê rêbazê bi kar tînin; ‘dengê xwe bidin me, em ê van pirsgirêkan çareser bikin.’ Lê partiya miwekîlên me wiha dibêjin; ‘pirsgirêkeke me heye û bêyî ku em li benda îktîdarbûnê bisekinin, werin em van pirsgirêkan çareser bikin.’ Ev, rêbazeke cuda ye. Pêşniyara neteweya demokratîk, komara demkratîk dikin. Li Tirkiyeyê feraseteke serdest heye ku ev jî yekperestî ye. Pênaseyeke vê feraseta siyasetê heye lê kesek vê napirse.”

‘ACIZIYÊN WAN VEDIGUHERIN ÎDDIANAMEYAN’

Bahçivan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Feraseta behsa xeberê li dijî piranîparêziyê ye. AKP dibêje ku tenê dewlemend dikarin bijîn. Beşek jî dibêje ku siyaset tenê karê zilaman e. Hinek jê weke karê rantê dibîne û naxwazin gel siyasetê bike. Qismek jî dibêje leşker dikarin bikin. Dema wiha dibe jî ferqa HDP’ê derdikeve holê. Terzê HDP’ê wan aciz dike. Siyaset di nava gel de belav kirin û ev tiştekî xwezayî ye. Ev jî dizivire dizivire û weke mutalaaya dozger derdikeve pêşiya me. Rêya manîpûlekirinê ya herî hêsan, dabeşkerî ye. Piştre jî li ser medyaya lînç tê destpêkirin û dozger jî lêpirsînê didin destpêkirin.”

‘GOTINA ‘WELATÊ HEVPAR’ WAN ACIZ DIKE

Parêzer Bahçivan anî ziman ku daxwaza tayînkirina aştiyane ya gelekê ku ev sed sal in mafên wan tên înkarkirin tên darizandin û wiha bi dawî kir: “Pêşniyarên girîng ên HDP’ê ji bo dinya, Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê hene. Ev pêşniyarên çareseriyê jî pergalê aciz dikin. Heke hûn bixwazin vî şêweyê siyasetê berteraf bikin, rêya herî hêsan tawanbariya dabeşkeriyê ye. Ne di bernameya HDP’ê û ne jî di ya PKK’ê de daxwaza dewleteke cuda nîne. Berevajî vê, balê dikişînin ser peyva ‘welatê hevpar.’ Lewma êrîşî HDP’ê dikin. HDP’ê li ku derê qala daxwaza parçekirina Tirkiyeyê kiriye. Mînakekê nîşan bidin. Dema ev tirsa parçebûnê ji holê hate rakirin, wê demê dê pêkvejiyan mimkin bibe. Di bingeha hemû pirsgirêkên niha de, neçareserkirina pirsgirêka kurd heye. Doza Kobanê, ne dozeke jirêzê ye. Li Tirkiyeyê girîngtirîn doz e. Ez dixwazim tevdîra kontrola edlî ya ji bo miwekîla min were rakirin.”

Piştî daxwaza Bahçivan, dadgehê mafê axaftinê da dozger. Dozger xwest ku ev daxwaz were redkirin.

Dadgehê biryara navberê da û xwest ku sepana li Yorulmaz tê ferzkirin hinek were ‘sivikkirin.’ Li gorî vê yekê dê Yorulmaz li şûna hefteyê du caran dayîna îmzeyê êdî mehê carekê biçe îmzeyê bide.

Piştî biryara navberê, dadgehê danişîn taloqî sibe saet 10.00’an kir.