ÎSÎG: Di Tîrmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) eşkere kir ku di meha Tîrmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

ÎSÎG’ê rapora cînayetên kar a meha Tîrmehê eşkere kir. Li gorî ÎSÎG’ê meha borî 182 karker jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî raporê karker herî zêde li Stenbolê jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ji karkerên ku jiyana xwe ji dest dane 159 mêr in, 23 jî jin in.

Ji sedî 31’ê van mirinan li qadên çandinî û daristanan çêbûn.

Her wiha hat destnîşankirin ku ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane 10 ji wan zarok in, 8 jî koçber in.

Di nava sedemên mirinê de, qezaya servîsa trafîkê bi sedî 29’ê di rêza yekem de cih digire. Mirinên din jî ji sedî 19 ji ber perçiqînê û ji sedî 12 jî ji ber ketna elektrîkê jî çêbûne. 

DI 7 MEHAN DE HERÎ KÊM 1071 KARKERAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Tê dîtin ku mirina karkeran li gorî meha borî zêde bûye.

Di meha Hezîranê de hatibû tespîtkirin ku herî kêm 159 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Di 7 mehên destpêkê ya sala 2023’an de hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dane, herî kêm bû 1071.