Îngilistanê ji bo dersînorkirina penaberan cihekî nû peyda kir
Hikumeta Îngilistanê ya bi serokatiya Rîshî Sûnak ji bo penaberan dersînor bike xwe amade dike ku plana Girava Ascensîonê bixe dewrê.
Hikumeta Îngilistanê ya bi serokatiya Rîshî Sûnak ji bo penaberan dersînor bike xwe amade dike ku plana Girava Ascensîonê bixe dewrê.
Hikumeta Îngilistanê destpêkê xwest ku kesên serlêdana penaberiyê li welatê wan dike bişîne Rûandayê. Piştî ku ev plan ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate rawestandin, hikumet kete nava lêgerîneke nû. Vê carê jî tê gotin ku hikumet dikare plana Giravê Ascensîonê bixe dewrê ku xaka Îngilistanê ya li nava okyanûsê ye.
Ascensîon giraveke li nava Okyanûsa Atlantîk e, bi 7 hezar kîlometreyî dûrî Îngilistanê ye û nifûsa xwe 900 kes e. Girav a ku bi 3 hezar kîlometreyî dûrî qada bejahî ya herî nêz e, beriya niha jî di mijara planên li ser penaberan de ketibû rojevê.
GIRAV NE CIHÊ JIYANÊ YE
Planên beriya niha yên ji bo şandina koçberan ber bi Girava Ascensîonê ve, ji aliyê endamê konseya giravê Alan Nîcholls ve weke 'kabûseke lojîstîkê' hatibû pênasekirin.
Di karekî fîzîbîlîte de ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ve hate kirin, raxist pêş çavan ku girava volkanîk a ku nifûsa xwe 900 kes e ji ber nebûna çavkaniyên têrker ên avê û kêmaniya bingeh tibî ne cihê jiyanê ye.
Wezîra Karên Hundir Sarah Dînes li ser mijarê ji radyoya Tîmes re axivî û piştrast kir ku piştî polîtîkaya dersînorkirina ji bo Rûandayê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate betalkirin, weke plana B an mijara şandina penaberan a ji Girava Ascensîonê xistine dewrê.
Ji bo pirsa ku hikumet difikire ku penaberan bişîne Girava Ascensîonê yan na, Dînes got, "Em bawer in ku Rûanda polîtîkayeke qanûnî ye. Lê belê mîna her hikumeteke xwedî berpirsyarî em jî tedbîrên zêdetir werdigirin."
HEVDÎTINÊN BI PÊNC WELATÊN EFRÎKAYÊ RE DEWAM DIKIN
Hikumeta Îngilîz ku alternatîfa girava Ascensîonê dinirxîne, li gel vê yekê bi pênc welatên Efrîkayê re jî hevdîtinan dike ku karibin malovaniyê ji penaberan re bikin. Hate ragihandin ku hevdîtin bi Nîjerya, Gana, Namîbya, Fas û Nîjerê re têne kirin.
Dînes li ser pirsa di vê mijarê de jî got, "Em îhtimalan dinirxînin."