ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Sûltanoglû ku derheqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, dibe midûrê Rihayê
Asim Sûltanoglû ku di doza Weqfa Ensarê de derheqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Rihayê hate tayînkirin. -
'Rewşa girtiyên nexweş Ataş û Guler giran e'
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Şîvekar Ateş û Emîn Guler giran e. -
Êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê li gelek bajaran hate protestokirin
Polîsan li Qada Galatasarayê êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kiribûn. Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ev êrîş hatin protestokirin. -
Serokwezîrê berê yê Pakistanê hate girtin
Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Han hate girtin. -
Dayikên Şemiyê rastî êrîşê hatin û hatin destgîrkirin
Dayikên Şemiyê û parlementer tevî hemû astengiyên polîsan jî di bin dorpêç û êrîşan de çalakî lidar xistin. Dayikên Şemiyê hatin destgîrkirin. -
Malbat ji bo Kartal ê ku di sala 1991’an de hat windakirin, hatin ba hev
Li Amedê endamên ÎHD’ê û malbat aqûbeta Abdûlhakîm Kartal pirsîn ku ji sala 1991’an û vir ve agahî jê nayê girtin. -
Têkîliya Aksoy a bi keça wê û parêzerên wê re jî mijara sûcdarkirinê ye!
Derbarê Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê di nava kargoyê de dabûnê, 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Têkîliya Aksoy a bi keça wê û parêzeran re jî bû mijara sûcdarkirinê. -
Meclîsa Ciwanan a Çepên Kesk: Em ê teqez tecrîda li Îmraliyê bişkînin!
Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk bi dirûşmeya “Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet” kampanya da destpêkirin. Ciwanan gotin, "Em tercîha li ser Abdullah Ocalan qebûl nakin û teqez em ê vê tecrîdê bişkînin." -
Li Wanê heta du rojan hemû çalakî hatin qedexekirin
Walîtiya Wanê heta du rojan hemû çalakî, meş, kombûnên li derve qedexe kir. -
Tê xwestin ku bi Tîpên S tecrîdê belav bikin
Girtîgehên Tîpa S yên li Tirkiyeyê hatin vekirin, bi nûçeyên êşkenceyê ketin rojevê. Girtîgehên Tîpa S ku herî dawî gardiyanan êşkence li girtiyek kir, nîşan didin ku dê pêkanînên tecrîdê kûrtir bibin. -
ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
‘Tehliyeya girtiyan tê astengkirin û mafê hêviyê ji holê radikin’
Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê di her roja Înê ya ewil a mehê de Nobeta Aştiyê li dar dixe. Di çalakiyê de hat gotin ku tehliyeya girtiyan tê astengkirin û mafê hêviyê ji holê radikin. -
Karataş û Kilavûz ku 30 sal in girtî ne, nehatin berdan
Berdana Kasim Karataş û Osman Kilavûz ku 30 sal in girtî ne, bi hinceta “halnebaşiyê” ji bo 3 mehan hat taloqkirin. -
HDP: Daxwaznameya Diyanetê cihê şermê ye
Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP'ê têkildarî daxwaznameya Diyanetê ya ji bo tevlîbûna li Doza Kobanê got, "cihê şermê ye." -
Berê YÎBO hebû, niha jî Wargeha Diyanetê ya Tirk!
Bi taybetî li Navendên Îhtîsas ên Olî ku di salên dawî de hejmara wan li Kurdistanê zêde bûne, her cure zext tê kirin. Li van navendan li şûna ku oldar bên perwerdekirin, mîlîtanên AKP’ê tên perwerdekirin. -
'Li dijî şewatê pêwîstî bi berxwedaneke civakî heye'
Şewata li Çiyayê Cûdî û derdora wê ku 4 rojan dewam kir, xisar da qadeke daristanî ya ji sedan hektarî. Parlarmenterê Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez got, ji bo pêşîgirtina li şewatê pêwîstî bi xeteke berxwedanê ya civakî heye. -
ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Konferansa Rêveberiya Xweser a Şengalê bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa Rêveberiya Xweser a Şengalê ku di saetên sibehê de li Bexdayê hatibû destpêkirin, bi encamnameyekê bi dawî bû. -
‘Divê Rêveberiya Xweser weke îradeya Şengalê bê naskirin’
Di axaftinên konferansa li Bexdayê de wiha hate gotin, “Hikûmeta Iraqê divê demildest vê sûcê li dijî mirovahiyê weke jenosîd nas bike. Di heman demê de Rêveberiya Xweser a Şengalê jî weke îrade û dengê Şengalê bê naskirin.” -
Fîncanci: Em di mijara naskirina qirkirina Êzidiyan de bi israr in
Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ew di mijara naskirina qirkirina Êzidiyan de bi israr in. -
PADÊ bang li Bexdayê kir ku bila Qirkirina Êzidiyan nas bike
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) di konferansa ‘Şengala Xweser’ de ya ku li Bexdayê hate lidarxistin, bang li Bexdayê kir ku bila qirkirina Êzidiyan nas bike. -
Milîsên HBDH’ê li du bajaran ji bo 3’ê Tebaxê çalakî kirin
Milîsên Egîd Civyan ên HBDH’ê bi wesîleya salvegera qirkirina li ser Êzidiyan li Îzmîrê li polîsan dan û li Rihayê jî depoyeke şaredariyê şewitandin. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibe muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne serlêdan kir. -
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li 3 bajaran li dijî tecrîdê çalakî kir
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 3 bajaran çalakî lidar xist. Înîsiyatîfê diyar kir ku heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakiyên wan dewam bikin.