Sûltanoglû ku derheqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, dibe midûrê Rihayê
Asim Sûltanoglû ku di doza Weqfa Ensarê de derheqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Rihayê hate tayînkirin.
Asim Sûltanoglû ku di doza Weqfa Ensarê de derheqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Rihayê hate tayînkirin.
Di sala 2016’an de li Karamanê di Weqfa Ensarê de 45 zarokên kur hatibûn îstîsmarkirin. Di doza Weqfa Ensarê de ji 3 rêveberên derheqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin yek jê jî Asim Sûltanoglû bû. Sûltanoglû, weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Rihayê hate tayînkirin. Ev nûçeya tayînkirinê li ser Rojnameya Fermî nehatiye parvekirin lê gelek kesan bertek nîşan dan. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) yê Rihayê Mahmût Bînîcî jî bertek nîşan da û wiha got: “Wêneyên Sûltanoglû bi Muharrem Buyukturk re derketibûn ku zarok îstîsmar kiribû û 508 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Em kesekî nadarizînin lê em naxwazin kesekî wiha li bajarê me bibe midûrê perwerdeyê. Em tayînkirina Asim Sûltanoglû ya li Rihayê qebûl nakin.”
Bînîcî, bi domdarî got ku ew fêm nakin bê ka wezaret çima ji bo Sûltanoglû ewqas israr dike û got ku wê civak vê tayînê qebûl neke, ji wezaretê xwest ku têkildarî mijarê daxuyaniyê bide û wiha bi dawî kir: “Em ê destûrê nedin ku kesekê navê wî di nava bûyera îstîsmarê de derbas bûyî li Rihayê bê tayînkirin.”