Dayikên Şemiyê rastî êrîşê hatin û hatin destgîrkirin
Dayikên Şemiyê û parlementer tevî hemû astengiyên polîsan jî di bin dorpêç û êrîşan de çalakî lidar xistin. Dayikên Şemiyê hatin destgîrkirin.
Dayikên Şemiyê û parlementer tevî hemû astengiyên polîsan jî di bin dorpêç û êrîşan de çalakî lidar xistin. Dayikên Şemiyê hatin destgîrkirin.
Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 958'emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Sirri Sakik û Meral Daniş Beştaş, endamê Lijneya Rêveber (MYK) a HDP’ê Mûsa Pîroglû û Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik piştgirî dan çalakiya vê hefteyê.
PARLEMENTER HATIN DORPÊÇKIRIN, DAYIK HATIN DESTGÎRKIRIN
Dema parlamenteran ber bi Qada Galatasarayê ve dest bi meşê kirin, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Parlamenteran di bin wê dorpêçê de bertek nîşan dan. Di wê navberê de Parlamenterê Partiya Çepên Kesk û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder xwest bikeve meydanê lê ji hêla polîsan ve hate astengkirin.
Dayikên Şemiyê jî ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Di wê navberê de li pêşiya Pasaja Çîçekê ya li ser Cadeya Îstîklalê ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û dorpêçkirin. Di vê navberê de welatiyekî bertek nîşanî polîsan da û ew welatî jî hate derbkirin. Dayikên Şemiyê, dorpêça polîsan bi nîşaneyên serkeftinê protesto kirin.
Polîsan piştre jî destên Dayikên Şemiyê kelemçe kirin û ew destgîrkirin. Di dema destgîrkirinê de rojnamevan xwestin dîmenan bikişînin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.