PADÊ bang li Bexdayê kir ku bila Qirkirina Êzidiyan nas bike
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) di konferansa ‘Şengala Xweser’ de ya ku li Bexdayê hate lidarxistin, bang li Bexdayê kir ku bila qirkirina Êzidiyan nas bike.
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) di konferansa ‘Şengala Xweser’ de ya ku li Bexdayê hate lidarxistin, bang li Bexdayê kir ku bila qirkirina Êzidiyan nas bike.
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) di konferansa Rêveberiya Xweser a Şengalê ya ku li Bexdayê dest pê kiriye de got: “Nebûna tedbîrên cidî yên ji bo çareserkirin pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê yên li Şengalê, rê li ber vegera Êzidiyan digire.”
Di saetên sibehê de bi dirûşma ‘Xwerêveberî misogeriya pêkhateyên Iraqê ye’ bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê konferansek li Bexdayê hatiye destpêkirin.
Di konferansê de peyama PADÊ ji aliyê Azad Ebdul ve hat xwendin. Di destpêka peyamê de şehîdên fermanê hat bîranîn û hat gotin: “Neh sal di ser qirkirina Şengalê ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê pêkhat re derbas dibe. Derbasbûna demê ti tiştekî ji karesata tawanê ya li dijî 12 hezar Êzidiyan kêm nake. Yên ji mirinê rizgar bûne, nikarin vegerin ser malên xwe. Her wiha nebûna tedbîrên cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê li Şengalê rewşê xirabtir dike.”
Di dewamê de hat diyarkirin ku di Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê civaka Êzidî qir kirine û got “Ev komkujî wek birîneke bi xwîn ket dîroka Iraqê. Piştî neh salan, ji bo qirkirin dubare nebin û pêşî lê werin girtin, divê qirkirina li ser Êzidiyan were naskirin û pêngavên pêwîst werin avêtin.”