Li Wanê heta du rojan hemû çalakî hatin qedexekirin

Walîtiya Wanê heta du rojan hemû çalakî, meş, kombûnên li derve qedexe kir.

Walîtiya Wanê di malpera xwe ya fermî de ragihand ku li bajêr her cure daxuyaniyên çapemeniyê, meş û kombûnên derve hatine qedexekirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji bilî çalakiyên walîtî û qeymeqamtiyê guncav dîtine, hemû cureyên çalakiyan ên weke daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, xebatên anket, vekirina standan, kampanyayên îmzeyan, belavkirina belavokan û hwd. ji 05.08.2023'yê heta 06.08.2023’yan hatine qedexekirin.”