ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Huseyîn Olan anî ziman ku wan bi civînan re rewşa heyî bi gel re parve kirine û ji bo careke din heman şaşitî û kêmasiyan nekin wê mekanîzmaya rexnekirin û rexnedayinê bi kar bînin.

- Girtî Şîmal Denîz ku li girtîgeha Tîpa S a Manavgatê tê girtin, diyar kir ku mafên wan têne desteserkirin û got, "Em girtiyên siyasî ne û statuya mehkûmên xetere qebûl nakin ku êrîşek li ser rûmeta me ye."

- Aram Tîgran ku ji jiyana sîstemê qut bû û bi berdêl, ked û fedakariyê mezin tevkariyeke mezin li hunera Kurd kir, timî ji bo gel huner kir. Gel jî li her qada şoreşê xwedî li Aram Tîgran derdikeve.