Tê xwestin ku bi Tîpên S tecrîdê belav bikin

Girtîgehên Tîpa S yên li Tirkiyeyê hatin vekirin, bi nûçeyên êşkenceyê ketin rojevê. Girtîgehên Tîpa S ku herî dawî gardiyanan êşkence li girtiyek kir, nîşan didin ku dê pêkanînên tecrîdê kûrtir bibin.

Girtîgehên Tîpa S yên ku herî dawî bi êşkenceya ‘girêdana berazan’ a ku gardiyan li dijî girtiyê bi navê Burhan Barut ê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê kiriye ket rojevê, bi taybetî ji bo girtiyên siyasî weke gaveke nû ya pêkanîna tecrîdê derket holê. Îro li girtîgehên Tîpa S ji hezarî zêdetir girtiyên siyasî hene ku ji destpêka vebûnê ve di rojevê de ne, bi taybetî di warê tecrîdkirina girtiyên siyasî û ceribandina rêbazên êşkenceyên nû de. Li girtîgehan, berovajî Tîpên F hucreyên yekkesî û hebûna kamerayan li qadên weke serşok û tuwaletan balê dikişînin.

Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel Naîm Emînoglû, bûyerên li girtîgehên Tîpa S û cudahiya wan a ji girtîgehên Tîpa F ji ANF'ê re nirxand.

'ZÊDEYÎ HEZAR GIRTIYÊN SIYASÎ LI GIRTÎGEHÊN TÎPA S TÊN GIRTIN'

Emînoglû da zanîn ku, heta niha li Manavgat, Kavak, Bodrûm, Antalya, Îdir û Kirşehîrê 6 girtîgehên Tîpa S hene û diyar kir ku niha li van girtîgehan 3 hezar û 312 kes hene û ji van zêdetirî hezarî girtiyên siyasî ne.

Emînoglu axaftina xwe wiha domand: “Di sala 2021’an de li Tirkiyeyê pêşî sê girtîgehên tîpa S hatin vekirin; Ji 1’ê Îlona 2022’yan vir ve hejmara girtîgehên Tîpa S derket 6’an. Kapasîteya girtîgeha navborî ji bo her girtîgehê 552 ye. Bi giştî ew 3312 ye. Li girtîgehên mijara gotinê li girtîgehên Tîpa S a Manavgat û Tîpa S ya Kavakê bi giştî 3 muwekîlên me hene. Ji xeynî vê bi sirgûnên dawî re hejmara girtiyên siyasî yên li van girtîgehan derkete hezarî.”

Emînoglû anî ziman ku, girtîgehên Tîpa S ji Tîpa F cudatir tên birêxistinkirin û got , “Girtîgehên tîpa F wekî cureyên hucreyê têne çêkirin. Li van girtîgehan di heman demê de 368 kes hene. Di navbera girtîgehên Tîpa F ku ji hucreyên yekkesî û sê kesî pêk tên û girtîgehên Tîpa S de du cudahiyên girîng hene. Girtîgehên Tîpa S ji hucreyên yek û sê kesan pêk tên. Hejmara hucreyên yekkesî yên li van girtîgehan ji ya 3 kesan zêdetir e. Li girtîgehên tîpa F berovajî vê yekê ye.

Cudahiya din jî ew e ku li qata jêrîn a hucreyên sê kesî yên girtîgehên Tîpa S kamera hene. Li qata jêrîn a van hucreyan serşok û tuwalet heye û dîtina kamerayan a vê qadê wekî ferq û pirsgirêkek mezin li ber me radiweste.”

DI KETINA GIRTÎGEHÊ DE ÊŞKENCE DEST PÊ DIKE

Emînoglû bal kişand ser nûçeyên êşkenceyê yên di van demên dawî de zêde bûne û got, “Me bi muwekîlên xwe re der barê vê mijarê de hevdîtin pêk anî. Di ketina girtîgehê de êşkence dest pê dike. Bi taybetî ji ber lêgerîna tazî li girtiyên siyasî tên ferzkirin û girtî li dijî vê derdikevin, êşkence didin destpêkirin. Muwekîlên me yên li girtîgehên Tîpa S ya Kavak û Tîpa S ya Antalyayê di encama lêgerîna tazî de bûn mexdûrên êşkenceyê.”

TECRÎDA LI HEMBER GIRTIYAN

Emînoglû anî ziman ku polîtîkaya "Islah” li dijî girtiyên siyasî ketiye dewrê û pêvajoya ku bi qetlîamên girtîgehan ên 19'ê Kanûna 2000'an dest pê kir, bi girtîgehên Tîpa S û Y'ê re gihaşt asta herî jor.

Emînoglû destnîşan kir ku tê xwestin tecrîd li tevahiya civakê belav bibe û wiha dewam kir: “Ji bo girtiyên siyasî girtîgehên tîpa S; Girtîgeheke ku weke berdewamiya polîtîkaya tecrîdê ya tîpa F hate vekirin. Ji ber vê yekê taybetmendiya sereke ya van girtîgehan ew e ku şeklê hucreyê ye û bi armanca “ıslahkirina” girtiyên siyasî hatine vekirin. Ji ber vê yekê nûçeyên êşkenceyê yên ji van girtîgehan tên pêkanînên sîstematîk ên di çarçoveya polîtîkayên tecrîdê de ne. Helbet ev ne tenê li ser girtiyên siyasî ye. Tecrîd li girtîgehan destpê dike û dixwazin li tevahiya civakê belav bibe. Bi vekirina girtîgehên tîpa S û Y re peyamek wiha didin gel; ‘dernekevin kolanan, neaxivin, nefikirin, wekî din hûn ê bi tîpên S û Y' bi dawî bibin'.”