Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê û endamê Komîsyona Ekolojiyê ya partiyê Mehmet Zekî Îrmez li ser şewata ku li Çiyayê Cûdî bi kontrola dewletê hate derxistin û talankirina xwezayê ya li tevahiya herêmê ji ANF'ê re axivî.
Mehmet Zekî Îrmez têkildarî şewata ku 26'ê Tîrmehê li herêma Çiyayê Cûdî destpê kir û bi rojan dewam kir, anî ziman ku ev şewat ne ya destpêkê ne jî ya dawî ye û diyar kir, ev herêma di navbera çiyayên Cûdî, Besta û Gabarê bi salan e di çarçoveya polîtîkayên 'ewlekariyê yên taybet' de ji gelek aliyan ve ji mirovan tê xalîkirin.
Îrmez bi bîr xist ku ji destpêka salên 1990'î û vir ve bi rêk û pêk agir bi herêmê tê xistin û li ser talankirina xwezayê ya li Şirnexê got, "Dewlet ji Komkujiya Dersimê û vir ve li herêmên ku ji bo xalîkirina ji mirovan dorpêç dike, xwezayê wêran dike. Wê demê jî ev kiribû. Ya ku li Cûdî tê kirin, rewşa vê ya aktûel e. Zêdeyî çil sal in ji ber pirsgirêka Kurd xisareke giran li xwezaya me tê kirin. Di salên 1990'î de gundên me dihatin valakirin. Hewl didan ku herêmê ji mirovan xalî bikin.
Li aliyê Cûdî 21 gund hebûn, lê niha gundekî bi tenê nîne. Ji sala 2018'an û vir ve birîna daran li herêmê zêde bû. Berê jî dihatin birîn, lê belê ti carî di vê astê de nebû. Ji sala 2018'an û vir ve di nava 5 salan de ji sedî 10 ê daristanên Şirnexê hatin birîn. Ev yek hejmareke metirsîdar e ji bo 5 salan. Dar hîn jî li hin herêman têne birîn. Herêm ne tenê ji mirovan têne xalîkirin, di heman demê de hewl didin ku welê lê bikin ku zindiyek nikaribe lê bimîne."
HERÊM HATE DORPÊÇKIRIN
Mehmet Zekî Îrmez bi bîr xist ku ji 1'ê Çileya 2023'an û vir ve gelek qadên Şirnexê weke 'herêma ewlekariyê ya leşkerî' hatine îlankirin û anî ziman ku ev biryar jî serê 15 rojan carekê tê nûkirin û di bin navê 'ewlekariyê' de bi kiryarên rewşa awarte herêm hatiye dorpêçkirin. Îrmez Di çarçoveya biryarên ku li gorî 'herêma ewlekariyê ya taybet' hatine wergirtin, mirovên xwedî zevî jî tenê bi destûrê dikarin biçin nava zeviyên xwe û got, "Lê belê fîrmayên ku li madenê û petrolê digerin tevî cerdevanan bi hêsanî li herêmê digerin."
Îrmez wiha dewam kir: "Tê zanîn ku li herêmê şîrketên petrolê û karê lêgerîna li madenê hene. Fîrmayên petrolê li herêma Botanê li her bihosta wê digerin, li her derê li petrolê digerin. Tevî ku herêma ewlekariya taybet e ti astengî ji wan re nîne. Lê belê mirovên ji rêzê dema dixwazin biçin gundê xwe, yên sewalkariyê dikin dema dixwazin biçin zozanan, rewşa destûrê ya qanûnî mîna bendekî li pêşiyê tê danîn."
'PÊWÎSTÎ BI BERXWEDANEKE CIVAKÎ HEYE'
Îrmez anî ziman ku ji bo pêşîgirtina li talankirina xwezayê ya li herêmê hêviya wan ji saziyeke fermî nîne û destnîşan kir ku pêwîstî bi afirandina xeteke alternatîf a berxwedanê heye.
Îrmez got, "Ji bo pêşîgirtina li vê şewatê êdî divê xeteke berxwedanê ya civakî bê afirandin. Armanca wan xalîkirina herêmê ji mirovan e. Çawa ku dijminê Kurdan e di heman demê de dijminê xwezayê ne. Saziyên me û gelê me di vê mijarê de divê xeteke berxwedanê ya civakî ava bikin, wekî din çareyeke xwe nîne. Ji ber ku xweza bi rengekî bênavber tê talankirin. AKP û MHP ji bo vê talana xwezaya Kurdistanê mezintir bikin, gavên gelekî cidî diavêjin. Li hemberî vê yekê jî divê saziyên me hemû xeteke berxwedanê ava bikin. Em weke partî neçar in ku vê bikin yek ji rojevên xwe yên bingehîn. Di çarçoveya plansaziya çalakiyên ji niha û pê ve de divê em yekser xwe bigihînin cihên dar lê hatine birîn û daristan hatine şewitandin, li wê derê jî xeta berxwedanê ava bikin."