Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr têkildarî çalakiyên li 3 bajaran ev agahî parve kir:
"30'ê Tîrmehê TIR'eke faşîstên MHP'î ya li ser rêya Edene-Ceyhanê, ku alavên tekstîlê tê de bûn û parkkirî bû, ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.
31'ê Tîrmehê li Sakarya-Kaynarcayê, febrîqeyeke nivînan a faşîst Ahmet Şîmşek ê AKP'yî bi teqemeniyan hate şewitandin.
1'ê Tebaxê li navçeya Înegol a Bûrsayê, 3 febrîqeyên tekstîlê yên piştevaniyê li aboriya dewleta Tirk a faşîst dikirin, ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin û bi milyaran dolarî zerar li wan hate kirin. Şewata li Bûrsayê cihekî berfireh di medya Tirk de girt û bi saetan dewleta Tirk nekarî şewatê vemirîne."