Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibe muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne serlêdan kir.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibe muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne serlêdan kir.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin ku di nava tecrîdeke giran de ye, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo dîtina Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.