ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li Tirkiye û Kurdistanê wê bên şopandin.

- Girtîgehên Tîpa S yên li Tirkiyeyê hatin vekirin, bi nûçeyên êşkenceyê dikevin rojevê. Ev girtîgeh herî dawîn bi êşkenceya ‘girêdana berazan’ dîsa kete rojevê.

- Forûma piştgiriyê ya ji bo jinên Şengal û Efganistanê wê bi dirûşmeya “Em li dijî qirkirina li ser jinan jiyana azad diafirînin” di 7’ê Tebaxê de li Reqayê were lidarxistin.

- Mehmet Salih Şahîn (Xeyrî) ji Rihayê bû. Di sala 1975’an de dema ku lîse dixwend tevgera Apoyî nas kir. Di sala 1980’î ​​de bi PKK’ê re têkilî danî. Heta sala 1986’an li Ewropayê di nava xebatan de ma. Paşê berê xwe da çiyayan. Dema şehîd ket endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê bû.