ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Bexdayê konferansa li ser Xweseriya Şengalê destpê kir
Li paytexta Iraq Bexdayê, di salvegera 9'an fermana 3'ê Tebaxê de li ser xwerêveberiya Şengalê konferansekê destpê kir. -
KNK: Divê Neteweyên Yekbûyî Xweseriya Êzidxanê qebûl bike
KNK'ê ji bo çareseriyeke mayinde û demdirêj bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku li gel hikumeta Iraqê, meclîsa gel û meclîsa jinan a Şengalê bixebite ku Êzidxanê weke herêmeke xweser li nava qanûnên Iraqê û navneteweyî bi cih bike. -
Eren: Abdullah Ocalan bi fikir û pîvanên xwe li ber xwe dide
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Abdullah Ocalan bi fikir û pîvanên xwe li dijî êrîşan hemûyan li ber xwe dide." -
ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Dikandarên Îdirê biryara xerakirinê protesto kir
Qeyûmê li ser Şaredariya Îdirê, biryara xerakirina sûka binê erdê ya bajêr da. Dikandaran biryar protesto kir. -
Jinên Tolhildêr li dijî tecrîd û êrîşan gelek çalakî kirin
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li Konya, Aydin, Antalya û Stenbolê li dijî êrîşên dagirkeriyê û tecrîdê gelek çalakî kirine. -
Piştî teqîna li Mêrdînê malbatê cenaze teşxîs kir lê cenaze nedan malbatê
Li Nisêbînê di malekê de teqînek çêbûbû. Di teqînê de hate diyarkirin ku endama YJA Starê Kader Acar şehîd bûye. Ligel ku malbatê cenaze teşxîs kir jî cenaze nedan malbatê. -
Nehiştin ku malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Edaletê
Malbata Şenyaşar ku bi salane ji bo xizmên xwe yên hatine qetilkirin têkoşîna edaletê didomîne, ji bo hevdîtinê çû avahiya Wezareta Edaletê. Lê nehiştin ku malbat bikeve avahiya wezaretê. -
ROJEVA 2'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Sêwasê mirina bi guman a leşkerê Şirnexî
Kerem Şik ê ji Şirnexê ku li Sêwasê leşkeriya mecbûrî dikir, bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest da. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdaneke din hate kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin ku 3 sal in agahiyê nikarin jê werbigirin, serlêdaneke nû kirin. -
Berdana girtî Îldem piştî 30 salan bi kêfî hate taloqkirin
Ramazan Îldem ku 30 sal in li girtîgehên dewleta Tirk dîlgirtî ye, bi rengekî kêfî nayê berdan. Berdana Îldem ji bo sê mehan hate taloqkirin. -
Hejmara Tîrmehê ya rojnameya Serxwebûnê hate weşandin
Hejmara 499'an a rojnameya Serxwebûnê bi sernavê "Ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê Lozanê parçe dike" hate weşandin. -
Li Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk hate kirin
Ji ber komkujiya ku dewleta Tirk sala 2021'ê li gundê Sikêniyê yê Şengalê kir û 8 kes li nexweşxaneyê qetil kir, li Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk hate kirin. -
ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Êşkence li girtiyê nexweş ê 55 salî hatiye kirin
Vahdettîn Erdemcî ku di Girtîgeha Eregliyê de ye, di hevdîtina xwe ya bi malbata xwe re de diyar kiriye ku gardiyanan êşkence lê kiriye û gotiye: ‘’Wê cenazeyê min ji vê derê derbikeve.’’ -
ÎHD: 29 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin
Navenda Giştî ya ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehan ên di nava salekê de qewimîn aşkere kir û got: “29 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin.” -
HPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne eşkere kir û got, "Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa xeyalên wan bin.” -
ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
'Jinên Kurd pêşengên têkoşîna neteweya demokratîk in'
Civaknas Rojda Yildiz diyar kir ku netew dewletê bandoreke hilweşîner herî zêde li jinan kiriye û got: “Jinên Kurd pêşengên têkoşîna neteweya demokratîk in.” -
Gerîlayê HPG’ê Kahraman Karataş hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Kahraman Karataş ê li Bestayê şehîd bibû, li Umraniyeyê hat bibîranîn. -
‘Peymana Lozanê mohra înkirina Kurdan e’
Di konferansa Lozanê ya ku ji aliyê HDK'ê ve li Şîşliya Stenbolê hat lidarxistin de Parêzer Emran Emekçî axivî û diyar kir ku Lozan peymana tunekirina Kurdan ji dîrokê ye. -
Êşkenceya GBT’ê li zarokan hate kirin
Li taxek a navçeya Elkê ya Şirnexê polîsan zarokên ku bi cilên neteweyî çûn dawetê pêşiya wan girt, berê wan da dîwar û yek bi yek nasnameya wan kontrol kirin. -
Malbata Dedeogûllari hate bîranîn
Ferdên malbata Dedeogûllari ku li Konyayê di êrîşa nijadperestiyê de hatin qetilkirin, di salvegera duyemîn a komkujiyê de hatin bîranîn. -
Ji HDK'ê konferansa Lozanê
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi wesîleya salvegera sedemîn a Peymana Lozanê ku Kurdistan parçe û parve kir, li Stenbolê panelek lidar xist.