ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Endamên Desteya Rêveber a Navendî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk wê li hev bicivin.
- Tûana Gençer diyar kir ku bi qanûna nû re wê kujerên jinan û tecawizkar bêne efûkirin. Gençer destnîşan kir ku wê li dijî polîtîkaya bêcezahiştinê têkoşîna xwe dewam bikin.
- Adar Amed ku bi bandora çalakiya Viyan Soran di sala 2008'an de tevlî nava refên gerîla bû, bû yek ji fermandarên YJA Starê yên leheng ku li Kurdistanê bû sembol.
- Şanoya zarokan ji bo 5 keçên di 18'ê Tebaxa 2022'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bi dirûşma 'Azadî ji zarokatiyê destpê dike' dest bi çalakiyan dike. Meha Tebaxê 14 lîstik bêne lîstin.