Li Bexdayê konferansa li ser Xweseriya Şengalê destpê kir
Li paytexta Iraq Bexdayê, di salvegera 9'an fermana 3'ê Tebaxê de li ser xwerêveberiya Şengalê konferansekê destpê kir.
Li paytexta Iraq Bexdayê, di salvegera 9'an fermana 3'ê Tebaxê de li ser xwerêveberiya Şengalê konferansekê destpê kir.
Di salvegera 9'an a fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de li paytext Iraq Bexdayê konferanseke girîng destpê kir.
Konferansa bi mijara 'Xwerêveberî misogeriya pêkhateyên Iraqê ye' bi pêşengiya civaka Êzidî pêk tê.
Di konfransê de ya li Otela Navneteweyî ya Bexdayê, nûnerên partî, rêxistin, eşîrên Şengalê û xizmên qurbaniyên fermanê tevlî bûn.
Konferans wê heta êvarê dewam bike û tê payin li gel nirxandina fermanê, sedemên fermanê, wê girîngiya xwerêveberiyê ji bo Şengalê bê destnîşankirin.