Piştî teqîna li Mêrdînê malbatê cenaze teşxîs kir lê cenaze nedan malbatê

Li Nisêbînê di malekê de teqînek çêbûbû. Di teqînê de hate diyarkirin ku endama YJA Starê Kader Acar şehîd bûye. Ligel ku malbatê cenaze teşxîs kir jî cenaze nedan malbatê.

Li maleke li ser Rêya Sakaryayê ya Nisêbîna Mêrdînê di 25’ê Tîrmehê de teqînek çêbûbû. Dema ku polîsên tevgera taybet bi ser malekê de girtibûn teqîn çêbûbû. Piştî teqînê polîsan bi awayekî kêfî girtibûn ser malan, li vê derê 9 kes hatibûn destgîrkirin û piştre bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.

Hate îddîakirin ku di teqînê de endama YJA Starê Destan (Kader Acar) jiyana xwe ji dest daye.

Malbat ji bo teşxîskirina cenazeyê Acar di 2’ê Tebaxê de ji Cizîra Şirnexê çû Mêrdînê. Ligel ku malbatê cenaze teşxîs kir jî cenaze teslîmî malbatê nehate kirin. Ji bo testa DNA’yê ji malbatê mînaka xwînê hate xwestin. Malbatê ji bo DNA’yê mînaka xwînê da û piştre vegeriya Cizîrê.