Nehiştin ku malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Edaletê

Malbata Şenyaşar ku bi salane ji bo xizmên xwe yên hatine qetilkirin têkoşîna edaletê didomîne, ji bo hevdîtinê çû avahiya Wezareta Edaletê. Lê nehiştin ku malbat bikeve avahiya wezaretê.

Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Nobeta Edaletê li Enqereyê didome.

Malbata Şenyaşar îro dîsa xwest ji deriyê Dîkmen ê Meclisê ber bi Wezareta Dadê ve bimeşe. Malbat, gelek caran ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Malbata ku astengiyên polîsan derbas kirin, heta ber deriyê Wezareta Dadê meşiya. Malbatê xwest ku bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike. Lê belê rayedaran daxwaza malbatê red kir û destûr nedan ku bikevin avahiya wezaretê.

Li ser vê yekê endamên malbatê dîsa vegeriya Meclisê û sekna malbatê didome.