Eren: Abdullah Ocalan bi fikir û pîvanên xwe li ber xwe dide

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Abdullah Ocalan bi fikir û pîvanên xwe li dijî êrîşan hemûyan li ber xwe dide."

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren nerazîbûn nîşanî astengkirina hevdîtinan da ku bi bahaneyên ji rêzê û cezayên dîsîplînê tê astengkirin.

Eren bi bîr xist ku hevdîtina Abdullah Ocalan a herî dawî ya bi parêzeran re 7'ê Tebaxa 2019'an pêk hat û got, "Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan zêdeyî 24 sal in dewam dike. Salên derbasbû bi îdîa xerabûna keştiyê û hincetên ji rêzê yên mîna vê yekê mafê hiqûqî yê Abdullah Ocalan dihate astengkirin. Lê belê ji sala 2019'an û vir ve bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, parêzer, malbata wî, wasiyê wî bi sedan, bi hezaran carî daxwaza hevdîtinê kirin, lê mixabin hem AKP'ê, hem dewletê, hem jî Wezareta Edaletê heta niha bersiv nedane vê daxawza mafdar û qanûnî."

Eren anî ziman ku piştî pêvajoya çareseriyê bi 'Plana têkbirinê' re di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tecrîd hatiye girankirin û êrîşên giran li ser mafên gelê Kurd hatine destpêkirin û wiha dewam kir: "Demeke dirêj yanî ji sala 2013'an heta 2015'an hikumetê bi xwe ji bo çareseriya pirsgirêka kUrd a bi rêyên demokratîk hin hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re kir. Van hevdîtinan demeke dirêj dewam kirin. Piştî ku hevdîtin hatin betalkirin yanî AKP'ê 'pêvajoya çareseriyê' betal kir û mase qeliband, hingî pêvajoyeke nû destpê kir."

Eren bi bîr xist ku bi taybetî piştî sala 2015'an li ser Kurdan planeke têkbirinê hate destpêkirin û got, "Yek ji nuqteyên bingehîn ên vê plana têkbirinê, sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li ser Abdullah Ocalan bû. Bi vê sîstema tecrîd û êşeknceyê re pirsgirêka çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd gelekî dûr ket."

Serhat Eren anî ziman ku yek ji hedefên bingehîn ên 'Plana têkbirinê' şênberbûna teoriya rêya sêyemîn a Abdullah Ocalan bû û wiha dewam kir, "Eger tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û hevdîtinên pê re pêk werin, wê fikrên wî yên li ser çareseriya meseleyên civakî yên bingehîn ên li Tirkiyeyê bigihêjin civakê, di mijara çareseriya gleek pirsgirêkan de wê bi roleke hêsankirinê rabe. Lê belê AKP li dijî vê ye. Yanî ji aliyekî ve Abdullah Ocalan hewl dide meseleyên civakî hemûyan çareser bike, reçeteyekê pêşkêş dike, dibêje 'Di nava 10 rojan de dikarim vê meseleya 100 salî ya civakê çareser bikim'. Di pêvajoya çareseriyê de hem civakê qebûl kir hem jî dewlet baş bi vê yekê zane ku xwedî hêzeke bi vî rengî ye û muxatab e.

Lewma Abdullah Ocalan bi vî fikrê xwe ji sala 2015'an û vir ve bi israr modelek destnîşan kiriye. Di çareseriya pirsgirêkên bingehîn de israr dike, li ber xwe dide. Ji ber ku li ber xwe dide faşîzma AKP-MHP'ê tecrîda li ser Abdullah Ocalan heta jê tê giran dike. Rastiyeke Ocalan heye ku li ber xwe dide, ji van pîvan û fikrên xwe tawîzê nade, zane ku ev berxwedana wî ji bo meseleyeke civakî ye. Li aliyê din jî rastiyeke faşîzmas AKP-MHP'ê heye ku bi tecrîdê dixwaze îradeya wî bişikîne.

Hevdîtineke bi Abdullah Ocalan re bê kirin dikare derfetên ji bo afirandina pêvajoyeke nû biafirîne. Lê belê pêkhatina pêvajoyeke bi vî rengî wê ji bo AKP-MHP'ê bê wateya jihevketinê. Lewma helwesteke dijber heye. Yanî eger bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin wê qala pêşniyara çareseriyê bike û di wê baweriyê dem e ku ev pêşniyarên çareseriyê wê civaka Tirkiyeyê jî îqna bike."

'RABÛNA LI BER TECRÎDÊ MÎSYONEKE DÎROKÎ YE'

Eren destnîşan kir ku rabûna li ber tecrîda li Îmraliyê di heman demê de rabûna li ber polîtîkayên şer, birçîbûn, xizanî û krîza aboriyê ye û anî ziman ku rabûna li ber tecrîdê her wiha daxwaza hiqûq û edaletê ye. Eren herî dawî işaret bi para partiyên muxalîf, rêxistinên civakî yên sivîl û peymanên navneteweyî yên têkildarî tecrîdkirina Abdullah Ocalan de û destnîşan kir ku ranebûna li ber vê bêhiqûqiyê piştgiriya ji bo faşîzma AKP'ê ye."

Eren bi dewamî got, "Konseya Ewropayê, CPT ji aliyekî ve pesnê xwe bi nirx û hiqûqa gerdûnî didin, lê li aliyê din li pêşberî vê bêhiqûqiya li Tirkiyeyê bêdeng dimînin. Çi dibe bila bibe mîsyoneke xwe ya dîrokî heye. Eger vê mîsyona xwe bi cih bînin ji bo aştî, azadî, demokrasî, hiqûq û edalet bê Tirkiyeyê, wê gaveke gelekî xurt û mezin biavêjin, wê pêşî li gelek tiştan vekin."