Êşkence li girtiyê nexweş ê 55 salî hatiye kirin
Vahdettîn Erdemcî ku di Girtîgeha Eregliyê de ye, di hevdîtina xwe ya bi malbata xwe re de diyar kiriye ku gardiyanan êşkence lê kiriye û gotiye: ‘’Wê cenazeyê min ji vê derê derbikeve.’’
Vahdettîn Erdemcî ku di Girtîgeha Eregliyê de ye, di hevdîtina xwe ya bi malbata xwe re de diyar kiriye ku gardiyanan êşkence lê kiriye û gotiye: ‘’Wê cenazeyê min ji vê derê derbikeve.’’
Vahdettîn Erdemcî ku di Girtîgeha Ereglî ya Konyayê de ye, bi hevdîtina bi malbata xwe re bi rêya telefonê, behsa êşkenceya gardiyanan û fikarên xwe kiriye, bang li raya giştî kiriye.
‘WÊ CENAZEYÊ MIN JI VIR DERBIKEVE’
Halef Erdemcî yê kurê Vahdettîn Erdemcî ku sala 2014’an bi îdiaya ‘xerakirina yekitî û tevahiya dewletê’ hatiye girtin û bi cezayê hetabihetayê hatiye darizandin, anî ziman ku gardiyanan êşkence li bavê wî kiriye û got: ‘’Got ku sergardiyan êşkenceyên cur bi cur li wan dike û ji wan re gotiye, ‘hûn PKK’yî ne’. Bavê min gelek caran giliyê gardiyanan ji saziyan re kiriye lê hewil nehatiye dayîn. Hevdîtina me ya îro got ‘wê cenazeyê min ji vir derbikeve’. Em ji rewşa bavê min bi fikar in. Girtiyekê nexweş ê 55 salî ye. Tiştek bi serê bavê min de were, berpirs rêveberiya girtîgehê ye.’’