ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Îro salvegera êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Êzidî ye ku bi destê DAÎŞ'ê di sala 2014'an de hate kirin. Li gelek bajarên Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên bîranînê bêne lidarxistin.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Abdullah Ocalan bi fikir û pîvanên xwe li dijî êrîşan hemûyan li ber xwe dide."

- Ji ber polîtîkayên şer ên AKP-MHP'ê krîza aborî her roj girantir dibe. Krîzê bandor li bêrîvanên li Colemêrgê jî kir.