‘Peymana Lozanê mohra înkirina Kurdan e’

Di konferansa Lozanê ya ku ji aliyê HDK'ê ve li Şîşliya Stenbolê hat lidarxistin de Parêzer Emran Emekçî axivî û diyar kir ku Lozan peymana tunekirina Kurdan ji dîrokê ye.

Kongreya Demorkatîk a Gelan (HDK) bi boneya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ku Kurdistanê kir çar parçe, li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê panela bi sernavê “Di Sedsaliya Lozanê de: Muhasebe û Derfet” li dar xist. Di rûniştina ewil de dê mijarên “Sedsaliya Lozanê” û “Derfetên siberoja hevpar” bên nîqaşkirin.

Di rûniştina ewil a panelê de siyasetmedar-dîrokzan Mûtlû Ozturk, parêzer Emran Emekçî, nivîskar Pakrat Estukyan, dîrokzan Erdogan Aydin dê wek axivêr beşdar bibin. Di rûniştina duyemîn a panelê de jî dê Prof. Dr. Baskin Oran, civaknas Rojda Yildiz û lêkolîner-nivîskar Osman Tîftîkçî biaxivin.

Gelek siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîr tev li panelê bûn. Axaftina destpêkê ya panelê Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr kir. Demîr destnîşan kir ku Lozana ku di bin navê "Aştiyê" de hat îmzekirin û aştiyê pêk neanî û bi Peymana Lozanê re demek şûn ve gel hatin tunehesibandin û nasnameyan ji nedîtî ve hatin. Demîr anî ziman ku bi Peymana Lozanê re dewlet bûye rengek ‘yekperest” û got: "Komar nekariye aştiya civakî û ne jî yekitiyê pêk bîne. Lê mixabin netew dewlet hewl da ku tengavê li Rojhilata Navîn û Tirkiyê bixe. Armanca netew dewletê ew bû ku her cudahî û cihêrengiya ku heye ji holê rake. Lê belê divê siyaset di nava xwe de siyaseta civakî jî bigre nava xwe. Yekrengî sîstemek e ku nêrîn û têgihiştinên cuda red dike û yên heyî tune dike. Em dikarin bibêjin ku dîroka paralel a Komarê, tepisandina berxwedanê bû. Vê yekperestiyê bi hafizeya civakî ya dawî re em bi Dadgehên Îstîqlalê, qetlîamên Gazî, Sêwas, înfaz, êşkence, valakirina gundan û komkujiya Roboskî re rû bi rû hişt.”

‘KURDAN BÊSTATÛ HIŞTIN’

Demîr da zanîn ku hêzên kurewî bi Peymana Lozanê re Kurdan bêstatû hiştin e û Kurd li Rojhilata Navîn wek gelê “qurban” hatine hilbijartin. Demîr anî ziman ku feraseta 'welatê hevpar' a li Lozanê li ser esasê 'serîtewandinê’ bi desthilatdaran re hatiye avakirin û got: "Hewldan Kurdan di nava du nikan de bihêlin û xwestin Kurd bêpozîsyon bimînin. Lozan mohra înkara Kurdan e. Em jî dibêjin ku deynê stûyê me ku em vê mohrê ji holê rakin. Sed sal in em li dijî siyaseta serwer çîroka xwe dinivisînin. Em ê her çîroka xwe binivisînin. Ev pergal her tim li ser me çîroka xwe nû dike û dinivisîne. Lê em ê dest ji têkoşîna xwe ya li dijî vê pergalê bernedin. Em Lozanê qebûl nakin. Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin. Helbet rêya rizgariya ji vê pergala otokratîk, yekperest û antî demokratîk ku bi destê Lozanê hatiye afirandin, di Komara Demokratîk de derbas dibe.”

Di rûniştina ewil a panelê de siyasetmedar-dîrokzan Mûtlû Ozturk, parêzer Emran Emekçî, nivîskar Pakrat Estukyan, dîrokzan Erdogan Aydin axivîn û babetên xwe pêşkêşî beşdaran kirin.

Moderatoriya rûniştinê Berdevka Meclisa Jinan a HDK’a Stenbolê Nazli Buket Yazici kir. Siyasetmedar-dîrokzan Mûtlû Ozturk mijara bi sernavê “Di sedsaliyê de rastiya Lozanê” pêşkêş kir.

Ozturk da zanîn ku Peymana Lozanê wî temsîl nake û bi peymanê maf û hebûna gelê kurd tune hat hesibandin.

DI SEDSALIYA LOZANÊ DE KURD

Parêzer Emran Emekçî jî mijara bi sernavê “Di sedsaliya Lozanê de kurd” pêşkêş kir. Emekçî anî ziman ku Qanûna Bingehîn a sala 1924’an ku piştî Peymana Lozanê hat çêkirin, antî demokratîk e û wiha got: “Dîroka serweran dîrokek veşarî ye. Li ser wan maseyan çi hat kirîn û çi hat firotin? Di serî de Kurd û çepgir hatin firotin. Hîmê Peymana Lozanê li ser parçekirina Kurdistanê ava bû. Mustafa Kemal sînorên Kurdistana îro nas dike. Axaftinek wî wiha heye. Meclîsek ku li ser vê sond xwariye heye.”,

‘PEYMANA TUNEKIRINA KURDAN E’

Emekçî Peymana Lozanê ji bo Kurdan wek “xeternak” nirxand û wiha got: "Ji ber ku dema em li peymanê dinêrin, qala navê Kurdan nayê kirin, welatê wan bûye 4 parçe, ji hiqûqê tên derxistin. Bi hindikayî jî nayên dîtin. Em îro jî bi vê yekê re rû bi rû ne. Dibêjin ‘Li Tirkiyeyê kêmnetewe tune ne’. Kurdan we li ser pişta xwe kiriye. Bi Mustafa Kemal re tevgeriyan. Li Erziromê Mustafa Kemal bê rutbe ye. Nûnerê Kurd ê ku ji nûnertiyê îstifa dike û wî tînin delegetiya Ataturkê. Yê ku Mustafa Kemal li Erziromê, li Sêwasê bi tenê nehişt û wî parast kurd in. Ew ‘Şervanên serdemê Kurd, sosyalîst, misilmanên ji ummetê’ bûn. Ji bo komareke demokratîk a rengîn, piralî têkoşiyan. Lozan Peymana tunekirina Kurdan a ji dîrokê ye, entegrasyona komara yekem a pergala kapîtalîst e."

PEYMAN BÊFONKSIYON E

Em îro zîhniyetekê nîqaş dikin. Dema ku qanûna bingehîn a demokratîk û komarek demokratîk were sazkirin wê hemû reng, ziman û çand mafên xwe lê bibînin û wê ev şer jî bi dawî bibe. Aştî wisa dikare pêk were. Lozan ne aştî ye. Peymanek ku dawî li aştiyê aniye ye. Em ne mehkûmê wê yekê ne ku di pergalek yekperest ku mafê jiyanê dide nasîn de bijîn. Em dikarin komara demokratîk pêk bînin. Heke em vê pêk bînin wê Lozan bêfonksiyon bimîne û aştî jî pêk were.”

‘KÊMNETEWÎ TIŞTEK QENC E’

Nivîskar Pakrat Estukyan jî bi sermijara “Di sedsaliya Lozanê de kêmnetew” axivî û got kêmneteweyî tiştek qenc e û mafên wan ên hatine nasîn hene. Estukyan di dewama mijara xwe de bal kişand ser Peymana Lozanê û girîngiya kêmnetewan.

PIRSGIRÊKA KURD KÛRTIR KIR

Axaftina dawî ya rûniştina yekemîn nivîskar-dîrokzan Erdogan Aydin kir û wî jî bal kişand ser neyîniyên Peymana Lozanê û destnîşan kir ku Peymana Lozanê qet ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd nebûye alîkar.

Panel bi rûniştina duyemîn berdewam kir.