ROJEVA 2'Ê TEBAXA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.

- Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş li ser pêvajoya Peymana Lozanê axivî û got, Kurd divê neheqiya ku bi Lozanê re li wan hatiye kirin bi rengekî rasteqîn û li ser bingeheke rast ji raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê vebêjin.

- Pirtûka 'Berxwedana Zeriyan - çîrokên jinan ên qewmê Rojê' hate weşandin ku qala çîrokên jinên piştî fermana 3'ê Tebaxê hatin rizgarkirin.

- Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Mesût Bor anî ziman ku qeyûmên dest danîne ser şaredariyên HDP'î bi zanebûn avahiyên dîrokî yên li Wanê xera dike.

- KCK'ê got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd wê heta dawiyê bi Şengalê û gelê Êzidî re be û hesabê dîrokî ji komkujeran bipirse."