Li Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk hate kirin
Ji ber komkujiya ku dewleta Tirk sala 2021'ê li gundê Sikêniyê yê Şengalê kir û 8 kes li nexweşxaneyê qetil kir, li Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk hate kirin.
Ji ber komkujiya ku dewleta Tirk sala 2021'ê li gundê Sikêniyê yê Şengalê kir û 8 kes li nexweşxaneyê qetil kir, li Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk hate kirin.
Ji ber komkujiya li nexweşxaneya Şengalê ku 17'ê Tebaxa 2021'ê hate kirin û 8 kes hatin qetilkirin, li Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk hate kirin.
Accountability Unit ku li ser mafên mirovan kar dike û komek ji parêzerên mafên mirovan ên Îngilîz piştgiriya wê dike û saziya civaka sivîl a 'Jin ji bo Edaletê' ya li Elmanyayê, bi rengekî fermî serî li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dan û giliyê dewleta Tirk kirin.
JI SALA 2017'AN Û VIR VE 80 ÊZIDÎ HATIN QETILKIRIN
Çar kesên ku di êrîşên hewayî de rizgar bûn giliyê dewleta Tirk kirin û ragihandin ku ji ber êrîşên hewayî xala 6'emîn a peymana navneteweyî ya li ser mafên siyasî û sivîl hatiye binpêkirin û giliyê Tirkiyeyê kirin.
Mexdûran diyar kirin ku mirina sivîlan a ji ber êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê nehatine lêpirsîn, rêyên xurt ji bo mexdûran nehatine pêşkêşkirin, lewma mafê lêpirsîna bi bandor, serbixwe û bi lez a heman peymanê hatiye binpêkirin.
Di dosya gilîkirinê de hate ragihandin ku ji sala 2017'an û vir ve 80 Êzidî di encama êrîşên dewleta Tirk de hatine qetilkirin.
Di serlêdanê de hate ragihandin ku Nexweşxaneya Sikêniyê nexweşxaneyeke sivîl bû ku ji aliyê şaredariya Şengalê ve dihate birêvebirin, cihê 10 nexweşan lê hebû û 20 kes lê dixebitîn, lê dewleta Tirk bi balafiran bombe lê barand.