ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bayik: Divê li her qadê rojev azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be - NÛ BÛ
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roj hîn bêhtir giran dibe û got, "Ji bo her kesî li her qadê divê rojeva herî girîng azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be." -
Karkerên DEDAŞ'ê: Têkoşîna me wê heta dawiyê dewam bike
Karkerên DEDAŞ'ê ragihand ku ew bi neheqî ji kar hatine derxistin û ji ber ku bi mûçeyekî kêmî sînorê birçîbûnê dihatin xebitandin ketin grevê. Her wiha destnîşan kirin ku wê heta dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin. -
HDP û Partiya Çepên Kesk wê Tebaxê komxebat û konferansan lidar bixin
Ji rêveberên HDP'ê Elîf Bûlût diyar kir ku HDP û Partiya Çepên Kesk piştî civînên gel wê Tebaxê dest bi pêvajoya komxebat û konferansan bike. -
ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bal hat kişandin ser rewşa 6 girtiyên nexweş
Di çalakiyên Stenbol û Enqereyê de bal kişandin ser rewşa 6 girtiyên nexweşên giran û hat xwestin demildest bên berdan. -
Li Akbelenê leşkerên Tirk cara duyemîn êrîş kirin
Birîna daran a li Daristana Akbelenê dewam dide. Leşkeran cara duyemîn êrişî xelkê ku xwestin bikevin qada nobetê kirin. -
Çalakiya Dayikên Şemiyê dîsa hate astengkirin: Gelek kes hatin destgîrkirin
Dayikên Şemiyê dema ku xwestin bimeşin Qada Galatasarayê, polîsên Tirk pêşiya wan girt û gelek kes hatin destgîrkirin. -
Leşkerên Îranê kolberek qetil kirin
Di encama gulebarana hêzên Îranê de kolberekî ku li ser sînor bazirganî dikir, jiyana xwe ji dest da. -
Dagirkeran li Efrînê 2 kes revandin
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Şera û Raco yên Efrînê 2 kes revandin. -
Dayê Erzan li Şengalê hat bîranîn
TAJÊ, Jina Êzidî Dayê Erzan ku di nava Êzidiyan de bi Dayê Pîrê dihate naskirin û ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibû qetilkirin, bi bîr anî. -
Ereb ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Herêmên Ereb ên li Şengalê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. -
‘Têkoşînê mezin bikin, Rêber Apo azad bikin’
Endama Koordînasyona Kongra Star a Ewropayê Çîçek Qamişlo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li gelê Kurd, jin û ciwanan kir ku têkoşînê mezin bikin û Abdullah Ocalan azad bikin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şehmûs Akyol hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şehmûs Akyol ê ku li Geverê şehîd bûbû, li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê hate veşartin. -
Hunermend Kûrttekîn: Em li gel hemû êrîşan jî li ber xwe didin
Yilmaz Kûrttekîn ku ji sala 1988’an ve di navendên çandê yên Kurdan de dixebite diyar kir ku ew li gel hemû êrîşên qirkirinê yên dewletê jî li ber xwe didin. -
ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
CÎSST’ê, rexne li Sererastkirina Rejîma Înfazê ya sala 2023’yan kir
CÎSST’ê, diyar kir ku bi ‘’Sererastkirina Înfazê ya Sala 2023’yan’’ girtiyên siyasî bi temamî ji derveyê çarçoveyê hatine hiştin û dîtinên xwe yên têkildarê sererastkirina rejîmeke înfazê ya li gor rûmeta mirov, pêşkêş kirin. -
‘Li 5 girtîgehan tecrîd derxistine asta herî jor’
OHD, ÎHD, TUHAY-DER û Baroya Wanê rapora binpêkirina mafên girtiyan ên li Wan û Xelatê tên jiyîn eşkere kir û got: “Mafên herî bingehîn ên mirovî yên girtiyan hatine rawestandin û tecrîd derketiye asta herî jor.” -
Rojnamevan Arslan xistin hucreya yek kesî
Nûçegîhanê MA’yê Firat Can Arslan bi hinceta ku di dosyeya wî de navê “rêxistinê” nehatiye nivîsandin, xistin hucreya yek kesî. -
‘Heta edalete neyê Roboskiyê edalet nayê Tirkiyeyê’
Di daxuyaniya çapemeniyê ya di meha 139'an a Komkujiya Roboskî de, peyama heta edalet neyê Roboskiyê, edalet nayê Tirkiyeyê hate dayîn. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, malbatan careke din serî li rayedaran dan. -
Li Qilabanê qedexe hate ragihandin
Li 11 herêmên Qilabanê ketin û derketin ji bo 15 rojan hate qedexekirin. -
Li Tirkiyeyê 2 hezar û 572 zarok girtî ne
Tirkiye ku bûye welatekî girtîgehan, êdî pesnê xwe bi hejmara zêde ya girtîgehan dide. Heta Tîrmeha 2023'an 2 hezar û 572 zarok li girtîgehên Tirkiyeyê girtî û hikumxwar bûn. -
ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Doza kesên li Nisêbînê hatin qetilkirin: Li pişt sedemên siyasî hene
Di doza têkildarî qetilkirina 5 kesên ji başûrê Kurdistranê hatin navçeya Nisêbînê de bersûcan li ser têkiliyên “kûr” ên ku bi dewletê re danîne hevdu sûcdar kirin. Prz. Mehmet Okatan jî got: “Ev ne cînayeteke ji rêzê ye, li pişt sedemên siyasî hene.” -
Malbata Şenyaşar bi alîkarê Wezîrê Edaletê rûniştin
Emîne û Ferît Şenyaşar piştî bendemaneke dirêj bi alîkarê Wezîrê Edaleê Ramazan Can re rûniştin.