Malbata Şenyaşar bi alîkarê Wezîrê Edaletê rûniştin
Emîne û Ferît Şenyaşar piştî bendemaneke dirêj bi alîkarê Wezîrê Edaleê Ramazan Can re rûniştin.
Emîne û Ferît Şenyaşar piştî bendemaneke dirêj bi alîkarê Wezîrê Edaleê Ramazan Can re rûniştin.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar û Emîne Şenyaşar ên di roja duyemîn çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê li Enqereyê didomînin de ji bo bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re hevdîtinê bikin hatin ber avahiya Wezareta Edaletê. Malbat demeke dirêj li ber wezaretê hate rawestandin, piştre ji bo ku bi cigîrê Wezîrê Edaletê Ramazan Can re hevdîtinê bikin, ketin avahiyê.
Hate diyarkirin ku naveroka hevdîtina ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin wê piştre bên parvekirin.
Li dora Wezareta Edaletê tevdîrên ewlehiyê yên zêde hatin wergirtin. Weke duh îro jî rojnamevan ji aliyê polîsan ve ji qadê hatin dûrxistin.
Malbata Şenyaşar a duh ji Meclisê heta Wezareta Edaletê meşiya, wernegirtibûn avahiya wezaretê û ji bo nekevin wezaretê jî deriyê wezaretê ji aliyê peywirdarên ewlehiyê yên li wê derê re hatibû girtin.