Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şehmûs Akyol hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şehmûs Akyol ê ku li Geverê şehîd bûbû, li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê hate veşartin.

Gerîlayê HPG'ê Şehmûs Akyol (Serxwebûn Amed) di operasyona leşkerî ya li gundê Tiloran a bi ser navçeya Gevera Colemêrgê ve di 16'ê Hezîranê de hatibû destpêkirin di êrişa Balefira Bêmirov û Biçek (SÎHA) de tevî du gerîlayên din şehîd bûbû. Piştî eşkerebûna encama testa DNA’yê malbatê cenaze wergirt.

Malbatê cenaze ji Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê wergirt û anî Goristana Yenîkoya navçeya Rezana Amedê.  

Malbata Akyol, rêveberên MEBYA-DER, HDP, Partiya Çepên Kesk, DBP'ê tev li merasîma cenaze bûn. Piştî karûbarên wecîbeyên olî cenaze di dorpêça polîsan de li goristanê hat veşartin.